Cîhan

Rejima Esad li Suriye çekên Kimyavî kartîne

Berdevka wezereta Derve ya Amerikayê Morgan Ortagus, da xûyakirin ku, rejima Esad li bakurê rojavayê Suriye çekên kîmyawî bi karaniye û Amerika vê yekê ji nêzik ve dişopîne.

Morgan Ortagus dibêje: Mixabin 19 ê Gulana 2019ê rejima esad çekên kîmyawî weka Gaz a Klorê bi karaniye.Ev yek dide nîşandan ku, dê cardin rejim çêkên kîmyawî bi karabîne.Em vê yekê dişopînin, emaretên vê yekê gelek hene. Eger rejim çekên kîmyaeî bi karbîne, emê wek hêzên navdewletî bersiva rejimê bidin.

Berdevka wezareta derve dide xûyakirin ku, li devera Îdlibê jiyana bi milyona kesên sivîl dikeve xeteriyek mezin de. Armanca van êrîşan benaberên ji hemû deverên Suriye ku revîne hatine Idlibê ye.

Ortagus daxûyaniya xwe de dibêje: Divê êrîşên rejimê yên Idlibê bisekine. Îlona 2018ê seroka Amerikayê Trump ji bo êrîşên kimyawî nebin bala rejima Suriye kişandibû. Ev balkişandin berdewame. Rusya li gel rejima Esad van êrîşan li devera Idlibê dike, lê Rusya di vê derbarê de daxûyaniyên ne rast belav dike û hewldide avê çêlo bike.

Back to top button