Nivîsar

Qonaxek nû di nav PKK/HDPê de

Eşkere bû ku piştî parêzerên Abdullah Ocalan serdana wî li Îmralî kirin û Ocalan peyamek ragihand, pêwendiyên dewletê û Ocalna de pêvajoyek nû destpêkir. Armanca hukumetê ji biryara rakirina qedexekirina li ser Ocalan taybetî di vê qonaxê de çiye? Piralî tê gotubêj kirin. Hinek kes vê yekê tenê pêvajoya hilbijartinên Stanbulê ve girê didin û dibêjin dê ev helwesta hukumetê heta hilbijartinên Stanbulê berdewam be. Herweha îdia dikin ku ji bo HDP ji helwesta xwe ya pişgiriya berbijêrê CHP vegere û pişgiriya berbijêrê AKPê bike, hukumet biryara qedexe kirina havdîtina li gel Ocalan rakir.

Biryara hukumetê di derbarê Ocalan de rastiyek din jî dertêxe holê. Ew jî ew ku dê ev pêvajo di nava PKK/HDPê de çewe deng bide û bibe sedemê çi encama? Tê zanin ku nêzikî demek dirêj bû deng ji Ocalan nedihat. Taybetî piştî Qendil peyama Ocalan ya Newroza 2013ê ber çav negirt û guh neda daxwaziyên wî, Ocalan dilmayî bû.

Di derbarê rewşa Qendilê û dîtinên Ocalan de , Beşîr Atalay, cîgirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê pêvajoya Îmralî yê berê di Adara sala 2013ê , di daxûyaniyek ya xwe de got: “ Em rewşa Qendîlê dizanin çeweye. Grubên cuda hene. Em van tişta hemiyan li ber çav digirin û li gor wê jî gavê tavêjin“

Niha cardin Tirkiye hewldide gavan bavêje, lê gelek tişt hatine guhertin . Ji berî hemû tiştekî helwesta AKPê ya di derbarê kurdan de li bakur roj bi roj xirabtir dibe. Hêdî bawerî tuneye ku AKP ji bo Kurda gavên erênî bavêje. Hevkariya Erdogan û Bahçelî ev yek xetimandiye û gelek kesayetên paye bilind di nava AKPê de ku erênî li pirsa Kurd dinêrîna , niha ji derveyê AKPê ne û rexna li siyaseta Erdogan dikin.

Lê vekirî dixweyê ku rakirina qedexeye hevdîtina li gel Ocalan di nava PKK/HDPê de dibe sedemek bingehîn ku qonaxek nû destpê bike. Ji ber ku tê zanîn çewe dewletê ji demekî hir ve bi gotina PKK. “Tecrît“ danî li ser Ocalan, Qendîlê bi xwe jî “Tecrît“ danîbû ser Ocalan. Qendil guh neda tu daxwaziyeka Ocalan û li dijê Ocalan tevgeriya û encama vê yekê jî Demirtaş wek bedilê Ocalan derêxist qada siyasî.

Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de behsa vê yekê dike û dibêje: “ Demirtaş projeya Amerika û Ewropaye, lê ez zarokê vê axême“

Dê helwesta HDPê ya hilbijartinê Stabulê de bixweyê ku ka bandora Ocalan li ser bingehê PKK/HDPê çiye. Ji aliyek din ve ji bo bandora Ocalan li ser PKKê kêm bibe Qendil gelek xebat kiriye. Dê encamên vê yekê jî bixweyê.

Tevgera PKKê li Suriye û rojavayê Kurdistanê bi awayekî bersiva peyama Ocalan da. Ev bersiv jî dide xûyakirin ku, dê PYD ji Qendil behtir guh bide Abdullah Ocalan. Lê li vê derê ya girîng rewşa HDPê û bingehê PKKê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye.

Bê guman di vê derbarê de giringiyek ya dîtinên aliyên din ya siyasî heye. Gelo dê helwesta wan di vê pêvajoyê de çewebe: Wê tenê ji derve pêvajoyê temaşe bikin, yan dê dîtinên xwe li ser bûyeran eşkere bikin?

Tiştek eşkereye ku dê Ocaln dengê Selahatin Demirtaş bibire. Heweha dê peyamên nû bide Qendil û doza guhertina desthilata Qendil li PKKê bike. Gelek girînge ku bingeha PKK li xwe vegerê û hinek bûyeran bi awayek azad bikaribe gotubêj bike.

Nûçe/Analîz

N.Firat

Back to top button