Polîtîk

Parlementoya Kurdistanê daxwazek ji Trump kir

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna hêzên leşkerî û li Iraqê ji ber metirsiya êrîşa milîsên Îranê Serokê LÎjneya Peywendiyên Derve yên Parlementoya Kurdistanê Rêbiwat Babkey ji BasNewsê ra axivî û got:”Li Herêma Kurdistanê ti hêzeka çekdarî tuneye ku şer bi wekalet bo Îranê bike. Ji ber wê çendê em daxwazê ji îdareya Trump dikin biryara xwe ya derbarê Herêma Kurdistanê hilweşîne.”

Herwiha Rêbiwar Babke wiha axivî: “Ji sala 2003an heta aniha ti leşkerekî Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nehatiye kuştin. Herêma Kurdistanê di warê emnî, siyasî û aborî da ciyawaz e ji Iraqê.”

Herwiha Rêbiwar Babkey amaje bi wê yekê jî kir ku divê Donald Trump wê biryara xwe ya derbarê Kurdistanê hilweşîne çûnke Herêma Kurdistanê ne weke başûr û naverasta Iraqê ye.

Ji ber metirsiya êrîşên milîseyên Îranê bo leşkerên Amerîkayê li Iraqê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê rahênan û alîkariya li leşkerên Iraqê û Pêşmergeyan betal kiriye.

Back to top button