Şexsê wan kurd e lê mejî Kemalist e
Bo çî şexsê wan Kurdê û mîjî Tirke ? Ji ber ku bi zimanê xwe nexwendine û ne nivîsîne. Evanê qaşo Kurd in, bi zarê xelkê xwendin e û bi zarê xelkê nivîsîne û tarîxê xelkê xwendin e û edebyat û felsefê xelkê xwendin e û îlke û înqîlabê xelkê xwendin e! Evê ku bi fikir û ramanê xelkê xwendin bi wî mîjîyê Kemalîsta dibizivin.
Bahsa leheng û nivîsarê welatê xwe nakin bahsa Selhedînê Eyûbî, bahsa Şêx Seîd û Seyîd Rîza nakin, bahsa Îhsan Nûrî Paşa nakin, bahsa Şêx Mahmûd Berzencî û Qadî Mehemed nakin , Bahsa Şêxê Nahrî û Mistefa Barzanî nakin, ji Dr Qsimlo û Şeref gendî xeber nadin, heta ez bêjim heya wan ji van tişta tune!
Bahsa kê dikin? Bahsa Çeko Wara dikin, bahsa Nazim Hikmet dikin, bahsa Deniz Gezmîş dikin. Deniz Gezmîş Kemalîst bû, Nazim Hîkmet, ji xwe Kurd bi Kurdî tî qebûl nekirne û napejirandin! Wê gruba Nazim Hikmet ew Çepê Tirkan gotin, emê Sosyalîzmeke nasyonal çêkin gotin: “Em di nava Tirkîyê de ji xeynî Tirka tu pêkhateyên din em qebûl nakin. Kurdê me jî garan kî dane dûv wan, dibêjin, emê sosyalîzmê çêkin wê mafê me bighê me. Ji xwe re xeyalan çê dikin xwena dibînin, wekî zarokê heft salî di xew de difirin, mîjî hetîye şûştin xwelî li sera.
HDP î. Me diguherin nego wê dewletê bigguherin. Mustafa Kemal Kurdîstan hal nekir, gelek zulm û zordarî kir lê gelê Kurd ne guhertin û bi serneket. Ew proja wî nîv co ma bû. Lê nihaka ev Elawî yê Kemalîst anîne nav me, mîjî yê xortê Kurda guhertin, hem wan ji dîn dûr dixin û hem ji ûrf û edetê wan û ziman teva li ber têk birinê ne! Wê me bi me bîşaf bikin, wê malikê li me xera bikin. Ji ber k u xortê Kurda netew parêzî û Kurdewarî nizanin. Nexşeya xwe dîroka xwe Geltûra Kurd ne xwendine.
Ê KU PÊŞÎ li dijî giştpirsîya Kurdîstan a Başûr derketin kî bûn? Pêşî berî her kesî Apocî derketin. Apocîyan gotin: “ Em nahêlin ku dewleteke Kurdî çê bibê! Xaîntîya ku li Silêmanîyê kirin ji Qasim Silêmanî re dest nîşan kirin YNK û GORAN û PKK van hersê rêxistinê xwe firoş û çep gir, Kerkûk dane dijmin.
“Dibêjin, heft kurê Pûnê hebûn qencê wan qûnek bû!” Ku me re di vî gelî bi fikirê evê ku bûne rêber Malbata Barzanî xariç ê din tu wan temama bêjink û serad jî bikê du kesê ku bahwerî bi wan bînê tune ne. Rojekê rojnemavane kî ji Mûrat Karayilan pirsî “Hûn dewleteke Kurdî serbixwe dixwazin? Got: “Qet em dewleta netew naxwazin. Rojnemavan ku, va Barzanî dibêjê, ezê îstîqlala xwe bilin bikim, ma hûn destekê nadnê? “Em destekê nadnê û em nahêlin ku dewleteke Kurdî jî çêkê. Rojnemevan got: “Naxwe hûn çi dixwazin? Mûrad “Emê gelê dinyayê tevî bikne wekî hev, ev peyva beleçewt bê pîvan bi kar anî!
Ev xeyalin û çîrokin wekî wan zarokê heft salî difikirin. “Emê dinyayê bikin wekî hev, Hevsarê dinyayê di destê Amarîka de ye nikarê bikê wekî hev, Ewrûpa nikarê , Sewiyetê çen salekî bahsa sosyalîzmê kir îflas kir. Mûrad keleşkofeke bi milê teveye tu ji ber teyarê Tirka xwe di qulê tahta de diveşêrê, ka tê çawa dinyayê bikê wekî hev? Hûn henekê xwe bi xwe dikin û gelê xwe dixapênin, bese lo bese!
Ev qas keft ûleft û ev tevger bi berferehî, bê ser û bê ber, evqas bi serê vî gelî hat hîn jî gelek ji vî miletî nizanin bê sedem çîye? Evqas kuştin û girtin koçberî û talankirin sergom û zîndan bîşaftin ev hemî bi rêxistin bûn. Lê rêxistinê kê bûn bi fikirin lêkolîn bikin hûnê fer bibin.
Ev xerakirin a vî welatî şer û ceng û pefçûn şerê xendeka, ev piroje tev ê dewletê ne. Apo di destê dewletê deye meznê apo Doxu Perençîk û Yalçîn Kûçûk in! Anihaka her tişt derket holê dîyar e ew bi xwe li xwe mikur tên dibêjin me ev rêxistin damezrand. Yalçîn Kûçûk dibêjê: “Kurd ber bi dewlet bûnê ve diçûn, lê min Kurd ji rêbaza Barzanî vekişandin. “Min Kurd kirine wê riyê ku ji bonî TC demokratîk cumhuryetî wê bişixwilin, wê canê xwe feda bikin û tev wê têk herin. Lê mixabin gelê me gelek nazanin, his dikin û dibînin jî û fêm nakin ma ka em çi ji wan re bikin?
Wexta ku Apo ji Kenya anîn di hindurwê teyarê de jê pirsîn, wan subayê Tirka gotnê : “Abdullah Ocalan sen Tûrkiya ya hoş geldin. Yanî gotnê tu bi xêr hatî Tirkîyê, ewî çi got? Got: “Diya min Tirke, ez amade me ji bonî xizmeta dewleta Tirkîyê ez bikim! Wexta ku birne mahkemê got: “ Ez poşmanim ey gelê Tirk min bi bexşînin.
Wexta ku Apo di zîndanê de parêzgerê wî di çû dîtina wî û divegerê de goterê Apo çap dikirin. Apo digot: “Ben Türkiye Cumhuriyet’i uyarıyorum eyer PKK dağılırsa ulusalcı Kürtler pusuda bekliyorlar. Digot: Wexta ku PKKe xelas bibê netewparêz ê Kurd di kemînê de veketne! Ji Tirka re digot: “wê Kurd dawa dewleteke Kurdî misteqil biwazin. Lê êmin ez tişkî naxawazim ez ji Cumhurîyetê re dixebitim.
Roj bi roj gelê Kurd bi şûnde diçin, hîç aqil nagrin yanî qaşo sîyasetî dikin. Lê mixabin û sed mixabin Kurdê Tirkî û ê Sûrî ji sedî heştê ketine destê taşrona wan wekî pez û dewara difroşin. Ned ferqa xwe de ne, nizanin ku wan difroşin. Wan difroşin a Çepê Tirka, wan difroşne Alawîya û laza , nihaka wan difroşne Kilîçdar Oxlu. Ê lawo mademkî hûn Kurda difroşin we bifirotna Erdoxan jî. Erdoxan ji kilîçdar Oxlu çêtire.
Erdoxan li hinceta digeriya ku Kurda têk bibê, li asîmana digeriya nerî ku wa li erdê hincetê baş jê re kirine rêz. Erdoxan dibêjê: “ PKK û YPG û PYD tev terorîstin. Amarîka û Ewrûpa dibêjin, na Kurdê Surî ne terorîstin. Lê mixabin YPG e dibê, belê wellahî em terorîstin wêneyê Apo bilind dikê! Tirkîye dibêjê, dinyayê “Ha ji we re sûretê Apo hûn dibînin? Wekî xilt axê di kolin û bi serê xwe di dakin. Mîjî yê wan di şivîlekê de cemidye meye wisa.
Dilciwan Helbest