Min dît û nabêjim (Roman)
Silêman Çakir
Mirov bê war dibê gelo? Dema mirov bê war bê, gelo suçdar kîye, anjî kîne? Raste li warê min wîjdan û edalet û mafê mirove nîne, tim herb û pevçûne. ..Gelek bâlkêşe xelk ji însanê xwere dibê star û xwedî, li warê min însanê me di revin û dibin mihacir û xulamê xelkê û ev li zora tu kesî naye, ev ne tiştekî ecêbe? ..Bav û kâlê me temenê xwe di şer û sirgunede derbas kirin vaye temenê me jî di zîndan û sirgunede derbas bu,hêvîdarim nevîyê me jîyaneke xweş jîn bikin…Min ku xortê delal tu çime xemgîn û bi hêrzî? Ku ez benî ji malwêranî em westîyen, mirin û talan kirin buye pare me Kurde. Bav di xem û gumanede, dayîk di tirs û kedere de. Zarok mabun şaş û bê çare. Di çune dibîstanê lê hizur nebû. Dema di polde mamoste ders dida jibon xwe mahnekek didîtin û ji polê derdiketin. ..Dema derdiketin derve ne dîyar bu wê biçin kúderê û çibikin. Dihatin cem hevdû û di xwestin ligor xwe tiştekî bikin. Xeta reş agahdar di bu û endamekî xwe di xiste nav Wade û dest bi proje xwe dikir. ..Hinek pere didane wa û digotin biçin vê çalekîyê bikin.Dema zaroke pere didîtin êdî hêdî hêdî ji malbatê dur diketin. Bi vî lewmî şer û pevçûn di malbatê de dest pê dikir,malbat di wextekîkinde belav dibu.
..Ev proje bi sîh sale berdewam kir.Bi sedhezare ciwane jîyane xwe ji dest dan.Bi mîlyone malbat penaber bun, bi hezar zarok winda bûn. ..Min Ku xortê delal dev ji hêrz û eksê berde. Wextê teyî heye bide xeendine xwe û ez li cem teme. Xort gotine min kir û xwend bu mamoste. Dema wek mamostekî cihan hate cem min û xwe dayî nasan ez gelekî bextewar bum. Sal 1995 wext payîz û nêzîkê zivîstanê. Lê li Mezra Botan li wextî çar wext hene. Jîyan li zîndanê bi dawî bu li Nisêbîn’e wêran berdewam bû. ..Wextê Rojê piştî nîvro, destpê kirine nû li Dibîstane seretayî bû, ji Dibîstanê Mezra Botan. Hewşa Dibîstanê ji şagirtîye dagirtî bu. Lê tiştê bâlkêş gelek mamoste jî amede bún. Tiştê duyem ên ku ecêb her mamosteyek di destê wîde darek hebû. Mirov dima sekinî û dîyar bû ku li Mezra Botan zor û zilm heye. ..Mirov di kârê ji xwe vê pirsê bi pirsê. Gelo rêbertìye Dibîstanê tuneye? Bê guman ti dibîstan bê rêvebertî nabê. Lê bawertî tê ku perwertî çiqas bilinde ..Gelo rêvebertî jiva tişte agahdarin? Mirov kârê vî tiştî tecrübe bikê .Di wexte ki kinde rêvebertîye dibîstanê agahdar dibê û li himberî vê şaşîtîyê de helwestê heşkere dikê. Ev tiştê bâlkêş li bajarê ku bi seda mirov qetilbûne. ..Dema şer dest pê dibê menfeatperest geş dibin, jibon ku bêjewendîyê wa bi cîh tên. Ax wilan ax…Çi bu brayê min?Kuro lawo ev sersal bu bela serê me.Çime lawo, sersalê çi kirîye ji te?Lawo eger hatibane dîse emî bikin gume gum û berdewam bikin.
…Ma lawê min çime ji wiloye? De Xwedê mezine. .Lawo Xwedê her tim mezine,ma bi xêra te û bavê te ye. Lawê min ez dibê çi,tembure min dibê çi. …Min Ku emê nêzîk û ne dereng dest bi serhildane bikin.Çawa yanî? Emê çend şexse bi heneke veşêrin û komarê agahdar bikin.Ew jî wê bikê teqe teqe. Berdin û ha Berdin. ..Dîse emê Dikane bigrin, derkevin nêçîrê. Nêçîre çi lawê min?Wey xwelî li serê te bê. Kurê min tu va tişte fahm nakê, hên tu ker maye. Vê carê emê Dikane çil rojî bigrin. Komar jì wê qedexebûnê dênê ser bajêr. Wê bêjê dernekevin sikâke. ..Ê ê, emê wilo bikin wê çi bikevê bêrîke me?Wê her tişt bikevê bêrîkeme. Keçxwoş, mekxwoş, perxwoş, zerxwoş, xwoş, hey xwoş. .Ma çime ji qoş. Awê min tu dîn û xayînî. .Tu çawa ji Gelê mere va tiştê nexweş di xwazê? Lawê min ev Gel wilo di xwazê. Kore, kor. ..Tu çi jê bikê deng dernaxê. Ev jêre lazime, Himmmm, himmet. ..Renkekî ewr bâlkêş girtibu ser axke warê pîroz. Dil ser bi ser xemgîn û brîndar bûn. Roj di revî û bi lez di çû. ..Ne li kesî di sekinî û ne di pirsî. Zarok, kâl ji hevdû ne dihatin nasan. Dayîk bê mecal û felek bêbext bu. ..Hêvî liber mirinê û gazin bê fêde bûn, mîne Evîndarê Ku evîne xwe bi kûjê û bibê kûjer. Sikak ketibune xîyanetê û dîwar bê deng û bê mecal bûn. Gur û maymûn bi hevdûre dans dikirin û xezal di nalîn. Nalîn bê hawar û ketibu çemberê.
..Ref bi ref û ne li hişê xwe mirov di kete ser rêke çûnê û ne hatinê. Nizanim ferman ji kû di hat, ziman lal û mêjî rawiste bu. ..Dengekî lezîz ji dur di hat û bandikir ey Dîrok tu fedî nakê ji rureştîye xwe, tu bakarê min bi kûder de di bê. Ev fermane çend ye me, tu rawiste. ..Şev li rojê bubu yek û dibin lêvade di kenî, awaze pêçekê qut di bu û malwêranî pêk dihat. Dîrok dîse rureştîye xwe bi ser di xist. …Tevde digotin ””””””XANÎ JIBONE XERAKIRINÊ Û KURD JIBONE MIRINÊ “”””””Em serê sibehê rabun ku em biçin Dibîstanê, lê çavê me ji tirse nedivebûn. Min gote hevalê xwe dema ku em bi dayîke xwere bi Kurdî mijûl bibin wê mamoste agahdar bibê? An jî wê zanibê? Kesî bersiv neda. Yek hevalekî tiştekî bâlkêş got. Ku mamoste hevalême wek mixbir û ajanê dikê nav mede.Wey limin, vêje emê çawa bikin? Wele ez nizanim. ..Taq taq derî lê xist. Vêje ev çibu bira? Bisekine ez di şibakê de meyzebikim. E he..wey bavo Romî hatin Romî. Romî vêce kîne lo…Kâ meyzeke,ser serê wa şepqe û di destê Wade tiving hene. ..Êèê,hatine çi? Ez çi zanim looo, Ehe dengê pîreke tê. Dibêjin ên ku tûtinê di vexwûn liwa di gerin. Vêce ev çîye jibon Xwedê. Ehe, bi Xwedê xalê Hiso û xalê Remo girtin. Wele liwa dixin. Wey bavo li halê mebê. Ev çi jîyane lawo. Wele wa birin û liwa dixin. Ji xwe xalê Remo nexweşe. Kuro bira em dereng man, em biçin Dibîstanê. Wê mamoste me bi kûjê. Me xwe amede kir û bê taştê em derketin. Me xwe di kâşde berda.
..Texrîben em çend deqîqe gihiştin Dibîstanê. Mamoste şagirt xistibûne polê. Ders dida wa,em hinekî li pişt derî sekinîn. Em bi hevdû şêwirîn ku em ji mamoste re çi bêjin. Me ku a rast çibê emê wê bêjin. Çi jime dikê bere bikê. Berî ku em li derî bixin mamoste kure piste me kir.Deri vekir û ku ulan hun livir çi dikin, eşek oxlî êşekler. “”Ker lawên kera “”Han li kûder bûn? Bi pehîne bi dûvkê me ket û em xistin polê. Bajarê şîrîn û bi qîmet.Derketim ku biçim bajêr. Ez gihiştim ser rèçkâ wesayîte. ..Bajovan ez dîtim û li cem min sekinî. Ez hinekî tefekûr bûm û piştre siwar bûm û min gote ên di wesayîtê de Roj baş…Bajovan bi dev li kenî ku Roj baş mamoste. ..Xort ez nasdikirim û pirtûkê min di xwend.Xwendevanekî delal bû. Min fahm kir ku çime li cem min sekinî, ji ber xwe.Wer hasil. Wesayît meşî û rêwingîye destê xwe dema di hildan bajovan wa siwar dikir. Heta em gihiştin bajêr Wesayît tije bû. ..Gelek rêwingî ser pîye bûn. Lê tiştek jibon min bâlkêş hat,ên ku siwar di bûn bi Tirkî mijûl dibun û mûkûsê wa daleqandî bû. Di ku belkî min nanek xwaribu û wa alîyek. Te di ku gelo gemîyê wa li derya reş qiluptine. ..Min xweş fahm nekir jibon ku ez ne aqilmendim. Di wê demê de yekî xiste kurte pist , dema min guhê xwe dayî ser wa, yekî di ku vê care qedexebún 25 roja ber devam bikê. Ên dî di got hişşş. ..Piştre ku xwedê bikê salek berdewam bikê.
Ên dî tir ku ez bawer nakim. ..Dema ez li bajêr min ji gelek şexse pirsî, bersiv nebû, mirovekî tenê ku xwedîyê vî bajarî nîne. ….EV BAJAR BÊ XWEDÎYE. .Min Ku em tevde xwedîyê vî bajarîne. Gotin oh hoho…Devjê berde. Ez gelekî xemgîn bum.Di wî halê xerabde ez hinekî gerîyem û hatim malê. Dema ez nêzî malê bum hinekî pîrek liser tenûrê nan çêdikirin û mijul dibun. ..Yek jiwa ji a dîtirre digot qirikê tu pê hisiyayî? An dîtir digot çi bûye xwikê. ?Dibêjin ev bajar wê bibê mîne Cizîre Botan. An dî digot çi bûye ji Cizîre Botan? Hevale wè digot wa weylê ma tu nizanê qey? Bi hezare xelk mihacir bun. Qetilbun, kûştin û bi seda xanî xerabûn û bajar wêran bu. ..An dîtir bi hêrz bu û xiste qire qir.Ku tu çi dibêjê? Te jî wek hecî Memo kirîye, hun xayînin ev berxwedane, berxwedan jîyane ev ava kirine cimhurrîyete Demoqratîke û haye we ji Dinyayê tuneye. Dayîkê şevê dî ez raneketim.Min xewnê gelek nebaş dîtin. Ji dengê top û tivinge raneketim. Xanîyê me xerabeye her derê wî qulin û ser serê me fermane. Em çareserîyekê ji xwere bibînin Dayîkê. .
…Em çibikin kurê min,em biçin kûderê ?Em biçin bere kûder bê, bere çoleke beradayîbê. Ji vî hâlî xweştire. Başe kurê min, bavê te nexweşe, xwîşke te birîndare û pênç quruş perê me tuneye. Emê çawa biçin û herin kûderê? Vize vize fîşekeye û fahm kir Ku gotin fêde nakê û bi yek carê re derkete derve û revî. Ha li vî millî û ha li wî millî derkete dervî bajêr. ..Berê xwe dayî Rojava û bezî gume gume topa bu. Topek hat û kete ser lateke mezin parçe kir û parçek kevir li lingê wî ket û birîndar bu. Destmale xwe derxist birîne xwe girê da û meşî. Ji sînorê Botan derket û gihişte ser rêçke wesayîte. Wesayîtek hat û ew kete nîvê rê de û herdu destê xwe hildan. Wesayît sekinî û bajovan jê pirsî ku tu kîye û çi dixwazê? Ku ez xortekî Kurdim û birîndarim. Bajovan ku tu terorrîstî. Bawer bike na,Ez faqîr û birîndarim, bajovan ku wey weled tu vira dikê. Ger tu min siwar nekê ezê bimrim, bajovan bê wîjdani nekir û wî siwar kir.Heta jê hat wesayît ajot û ber bi sibehêde gihiştin sînorê Anatolîyê.
..Bajarê gihiştinê hevalekî bajovan bijîşk hebu bire cem wî û birîne wî derman kir û çend rojede rehet bu. Bajovan ku tu bi xwazê karê li cem min bi xebitê. Li cem bajovan jîyane xwe berdewam kir. ..Rojek hate malê ku kâ ez li deng û bahse gûhdar bikim.Dema telewîzyon vekir. Li bajarê wî şer berdewam bu. Topek ketibu ser xanîyê wa malbata wî tevde qetil bubun. Dema agahdar bu ku malbata wî tevde mirine xiste qîrênî, dengê wî çubu erşê Xwedê. Bajovan Ku çi bu…?Wî xwe avête derve û bezî û kire hawar, bajovan peyde çu wî negirt li Ambulansê geriye, Ambulans hat û wî birin nexweşxanê bijîşk ser bune kom lê ew dîn bubu. …..Bihar rengîn bu.Bilbil ji xewa bi sale hişyar dibûn. Teyrik fîke fîk dikirin. Dilê min çar kopal lê dida. Umut mezin dibûn û carne di cilmisîn. Seyrangeh bandikirin werin û bêjin. Pêşeroj wê çawa bibê?
..Ez ketim ber himbêze seyrangeha aşîtîyê. Dema ez dimeşîm gelek mirov limin meyzedikirin. Gume gume ava şelalê bu. Tavik xweş bu û dilê min evîndarê welat bu. Rûniştim liber şelale avê. ..Xebatkâr hat Ku fermo mamoste, min çakek xwest û deftere xwe derxist. Li milê rê zarokeke 7-9 salî derbas dibû sitrane Beyto can digot. Min ku ey bajarê kevnar rojek tê bibê mîne Parîs, an jî bibê mîne Londo. Çaye min hat û min pênûs derxist û dest bi nivîsê kir.Çend gotik min nivîst mirovek hate cem min ku tu tim di nivîsênê, lê ev ne bese. Jîyan halo rast nabê divabê serhildan hebin, çalekê radîqal nebin faşîzm nayê îmanê. Min ku ne wisaye, ku ji xwe hun xayînin, tim gotinê Vala hun di bêjin. ..Dema wisa got ez mame şaş.Ev mirov şagirtîyê minî sîyasî ku dibin destê minde derbas bubu. Min ku tu şaşî. Ku na, ji xwe ên wek we fîşekekê heq dikin. Di wê demê de min fahm kir ku xeta reş dîse hatîye ser karê qirêj.