Civak

Divê hêsankarî ji bo mêvanên Kurdistanê were kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rewrisma vekirina Pêşangeha Rojhilata Navîn a ji bo Geştûguzariyê li Hewlêrê (METEX) gotarek pêşkêş kir , Serokwezîr dibêje: “Pêşxistina sektora geştyariyê yek ji armancên sereke yên hikûmetê ye.”

Nêçîrvan Barzani di axavtina xwe de got: Herêma Kurdistanê zemîneke baş e ji bo geştyariyê û divê ev derfet were bi kar anîn , dîrok û sirûşt ku geştyar dixwazin bibînin, hemû li Herêma Kurdistanê hene. Eger rewşa giran a çend salên derbasbûyî tinebûya, di sektora geştyariyê de bi awayekî berfireh plana Herêma Kurdistanê hebû. Divê rewşa giran a çend salên derbasbûyî, ji bo Herêma Kurdistanê bibe pend û wane.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser giringiya sê sektoran û eşkere kir ku Herêma Kurdistanê tenê bi sê sektorên xwe yên geştyarî û pîşesazî û çandinî, dikare xwe ji girêdana bi petrolê rizgar bike.

Barzanî destnîşan kir ku ji destpêkê ve siyaseta Herêma Kurdistanê ew bûye ku giringî bide sektora taybet û got: “Em bi hêvî li peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê dinêrin, em hêvîdar in ku başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bibe handera geşbûna veberhênanê.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê geştiyarên ku têne Kurdistanê, hîs bikin ku ew hatine mala xwe û rêz li wan tê girtin û divê hêsankarî ji bo mêvanên Kurdistanê were kirin.

Back to top button