Hevpeyvîn

Divê PYD politikaya xwe biguherê

Alî Belo di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Me rola PYD û TEVDEMê li Efrînê dît ka çê helaket bi ser xelkê wê da înan!! Yekrêziya hêzên kurdistanî pir giringe

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Alî Belo: Rewşa Rojavayê Kurdistanê di bin gelek bandoran de ye, ji ber hindê pêwîstî bi hûrbîniyeka temam heye.. Neyekalîya hêzên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê wisa kiriye ku leyîstok (yarî) ji destê wan bê derxistin . Ji ber hindê ew hêz neyarîkerên serkîne. Me rola PYD û TEVDEMê li Efrînê dît ka çê helaket bi ser xelkê wê da înan!! Yekrêziya hêzên kurdistanî pir giringe ji bo parastina Rojava û herweha dabînkirina mafên wan, bi rêkên diblomasî, di nivîsîna destora nû yê Suryayê da. Guneha mezin li ser milê PYD ê ye eger ew astengiya ji bo yekrêzîya hêzên kurdistanî li Rojava çêke. Her çende ez li ser wê baweriyê me heta PYD e ji bin perên PKK ê derneçe nikare wê rolê bibînê. Mixbin ev derfeta navdewletî ya dîrokî di bin gefên mezin da ye, eger PYD polîtîka xwe rastveneke..

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Peywendîyên PYD di gel PKK ê ji alîyekî û peywendiyên wê digel rijêma Suryayê ji aliyek din ve, gefan li mana Amerîkayê ya domdirêj li Suryayê, nexasime piştî temambûna şer dijî Daeş ê, dike. Ev yek jî Rojava bê palpiştiya navdewletî di mînê û dûr nîne sinaryoya Efrînê dobare nebe. …

 ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozîsyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Siyaseta ENKS heta radeyekî realîstîke (waqbîntire) ji ya TEVDEMê, çunkî ew digel yekrêzîya hêzên Kurdistanî ye, mifa ji bizavên azadîxawaz yê deverê û cihanî wergirtine, û peywendîyên wan vekrîne digel opozisyona Suryayê û dewlelên derdûrên wan, her weha di gel cîhanê. Ev yek jî harîkare ku hizreke vekrî hebe ji bo çareserîya kêşya Rojavayê Kurdistanê . Mixabin TEVDEM û PYDê şaşîyeke mezin kir ji ber ku şerê xwe birin ji derveyî herêma Rojavayê Kurdistanê wek: Derazorê , Monbicê û Baxozê bi sedan xortên kurd yên rojava jiyana xwe ji destdan bê agerekî ku xizmeta Kurdistanê bike . Ez wê bawerê me ku dem li ser damezrandina dewlet yan hêzên li ser bingehên xwe sepandin û diktatorîyetê tên avakirin nemaye divê hêzên weke PKKê PYDê polîtîka xwe biguherin û xwe biguncînin digel waqê vê serdemê. Divê yekrêzîya navmala Kurdî biparêzin, eger ne wê bikevin ber laeneta xelkê Kurdistan Heta hetayê.

Back to top button