Ziman Hebûn e

0
86

 

21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê bû. Weke hemû gelan em jî heman rojê bi wate dibînin. Lewre bi wê minasebetê li Kurdistan û herwuha li derveyê welat cur be cur çalakî pêkhatin. Ez jî heman rojê li hemû gelan pîroz dikim.

Dê were zanîn ku yek ji nirxên gelan ziman e, bê parastin û pêşxistina zimanê dayîkê ti gel nikare hebûna xwe biparêze. Lewre jibo me Kurdan jî ziman pirr pirr grîng e, axiftina bi kurdî, nivîsandina bi kurdî li ser me hemûyan ferz e.

Mirov bingeha şexsiyeta xwe di demên zarokatiyê de digire. Dê û bav çi bi zarokan bidin fêmkirin ew zarok wusan fêrî jiyanê dibin. Ziman yek ji tişta herî grîngtirîn ya ku zarok pê şexsiyeta xwe çêdikin e. Lewre pirr pêwîste ku her zarokê û zaroka kurd hevokên xwe yên destpêkê bi kurdî bînin ziman. Bi taybetî di vê dema niha de fêrkirina kurdî bi zarokan weke wezîfeya herî girîng ya welatparêztiyê ye.

Lê mixabin rastiya me Kurdan pirr cuda ye. Hin Kurd nikarin bi tirkî, erebî an jî farsî baş xwe îfade bikin, lêbelê ew bi zarokên xwe re bi tirkî, erebî an jî farsî diaxifin. Heman Kurd li Ewropayê jî hene, ew nikarin baştir bi Fransî, Almanî an jî zimanekî din yên ewropî biaxifin, lêbelê hewl didin ku bi zarokên xwe re bi heman zimanan biaxifin. Di nava wan de hin kes hene gihîştine astekê wusan ku nikarin bi zarokên xwe re biaxifin, di navbera wan û zarokên wan de diyalog tine. Jiber ku ew û zarokan hevdu fêm nakin.

Li gorî min  yek ji derdê Kurdan yê herî grîng divê weke nezanîna kurdî bê dîtin. Dema ku em li dora xwe dinêrin Kurdê ku baştir dikare xwe bi kurdî bîne ziman ew baştir bi nirxên gelê xwe ve jî grêdayî ye.  Ew kesên ku jibo doza gelê Kurd ditekoşin lêbelê xwe fêrî kurdî nekirine samimî nîn in û ez bi wan beled nînim. Doza azadiya gelekî nikare bi zimanekî din bê pêşxistin. Ew kesên ku dibên ‘Ziman ne grîng e, ya herî muhîm tekoşîn e’ xwe û gel dixapînin.

Bêguman tenê bi axiftina bi kurdî tekoşîna azadiya gelê Kurd nameşe, divê kes min şaş fêm neke. Lêbelê bê ziman û bê pêşxistina zimanê gelê Kurd jî tekoşîna azadiyê nameşe. Li ser vê xalê ez bawer im pirraniya kesên baqil, zanyar bihevre ne.

Dema ku ez dibêm zimanê kurdî divê tenê zaravayê kurmancî neyê heşê kesî. Kurdî weke ziman xwedî dewlemendiyekê zaravayan e. Kurmancî, Soranî, Zazakî, Goranî, Lorî û her wekî din, hemû parçeyên zimanê me yê şîrîn kurdîn in. Kî bi kîjan zaravayê dikare baştirîn xwe bîne ziman bila wê zaravayê biaxife, bi zarokên xwe bide fêrkirin.

Carekê din ez roja zimanê dayîkê li hemû gelan pîroz dikim.

Ahmet Gulabi DERE  / 26.02.2019

Nerîna min :