Erdogan li gel hinek kurda civiya
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan li gel hinek aliyên kurda li Enqere civînek kir. Di civînê de serokên hinek êşîretan , hinek rêspiyê kurd û hinek kesayetên wek akilmend têne qebûl kirin amade bibûn.
Gelek balkêşbû ku piştî Erdogan di derbarê pirsa kurd de got ku, li Tirkiye pirsgirêka kurd tuneye û ev pirs hatiye çareserkirin. Û herweha Erdogan gotibû ku, cihek ku navê wê Kurdistanê tuneye, Kurdistan li Iraqê heye.
Piştî van daxûyaniyên Erdogan di nava kurdan de li himber gotinên wî sariyek peyda bû.
Taybeti ji bo vê yekê Erdogan civinek li gel van aliyên kurd wek pêwistiyek dit. Gelek cara Erdogan li gel hinek kurda civînên bi vî awayî dike.
Civîna li qesra serokomariyê hatî li darxistin 2 demjimêr û nîvê berdewam kir. Erdogan di civînê de axaftinek kir daxwaza dengê kurd li amedevanên civînê kir.
Erdogan di axavtina xwe de behsa yekitiya Tirkiye û pêşketinên dibin kir û got hinek kes dixawzin me bi hevdu bidin kuştin da ku cejnê bikin. Leyistikên nû di rojevê de ne. Gerek em haj ji xwe hebin.
Erdogan behsa projeyên di dema Ak Partiyê de li herêmên Kurdistanê hatî kirin kir û got hinek hewl didin tifaqa me û biratiya me têkbidin, lê em rê nadin vê yekê.