Kurd divê ne Amerîkayê ne jî Rusyayê bigirin hemberê xwe

0
169

Murad Ciwan bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: ENKS jî divê Edî guftugoyan li gel rejima Suriyeyê bike. Ew ne mecbûr e barê mixalefetê hilde ser milê xwe. Kurd ne mecbûr in ji ereban re serokekî nuh bibînin.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xwiya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwist e bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Murad Ciwan :Piştî jidestderketina Kerkûk û Efrînê Kurdan li herêmê rola xwe ya stratejîk wenda kir. Ew destkeftiyên berî wan şikestxwarinan di demeka diyar a nêzîk de zehmet e ku vegerin.  Potansiyela hêza Kurdan ku em her çar perçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin ji ya xwiyakirî gelek zêde ye. Berê jî wiha bû. Lê mixabin Kurd, ji ber nemeşandina siyaseteka neteweyî û ji bo ku berjewendiyên partîtî, îdeolojî û malbatî dixin pêşiya berjewendiyên netewayetî ew nikarin hemû bikêrhatina maksîmalîzekirî ya hêza Kurdan daxin meydana têkoşînê. Weka fabrîkeyeka ne bi potansiyela xwe ya temamî, lê bi sedî 50-60’ê kapasîteya xwe kar bike û ew qas kêm jî berhem bîne…

Neyekbûna hêzên Kurdistana Rojava ji alî eskerî, siyasî û birêvebirî yek ji sedemê vê hêzwendakirinê ye. Diviya ne ku tenê hêzên Rojava di nav xwe de, lê ew û dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê jî di nav hevkarî û hevpeymaniyeka eskerî, siyasî, dîplomasî û aborî de buna, êrîşa ser aliyekî wek êrîşa ser aliyê din qebûl bibuya û li gor wê bihata tevgeriyan.

Yek ji sedemê hejarbûna hêza Rojava, heta sedemê xetimiyana riyên çareseriyan ew e ku PYD/YPG û hêzên îdarî yên Rojava hê ser bi KCK-ê ve ne. KCK rêgira ber bidestxistina maf û azadiyên Kurdan li ser esasekî federeyî an otonomi ye li Suriyeyê. Divê hemî partÎ û rêxistinêd Rojava yên serr bi KCK’ê ji nav wê vekişin û bi rastî serbixwe tevbigerin.

ENKS tu carî ew qas nekemilî ku serê xwe bi pirsgirêkên nav xwe neêşîne û yên neteweyî bilind binirxîne. PYD xwe nêzî yekîtiyê nake lê ENKS ê jî tu carê ew bawerî neda gel ku ê karibe bar û berpirsiyariyên yekîtiyekê hilgire.

Ne xerab e ku peywendiyeka ENKSê bi mixalefeta rejima Suriyeyê re hebe. Lê divê zêde pişt pê neyê bestin û tu hesabê pirsa kurdî jî li hêviya wê neyê helan.

Pirsa esasî ew e ku Kurd bi awayekî li ser esasê berjewendiyên neteweyî nagihên hevdû. Eger bigihîştana hevdu miamelekirina bi mixalefeta Suriyeyê re jî, peywendîdanîna bi rejime re jî nedibû pirsgirêk.

ENKS jî divê Edî guftugoyan li gel rejima Suriyeyê bike. Ew ne mecbûr e barê mixalefetê hilde ser milê xwe. Kurd ne mecbûr in ji ereban re serokekî nuh bibînin. Eger Bişar Esed ji bal civaka navneteweyî ve li ser kar tê hiştin, ne wazîfeya kurdan e ku li ghemberê vê rawestin. Ew gerek karibin hemû pirsgirêkên xwe yên neteweyî li ser esasê destûreka nuh li gel rejimê guftûgo bikin û pê re bigihên encaman jî.

Kurd divê ne Amerîkayê ne jî Rusyayê bigirin hemberê xwe. Divê bibînin ku ev herdu hêzên mezin ji ber reqabeta navbera xwe Kurdan ji bo dewleta Tirk dikin êm. Kurd lazim e xwe bigihînin herdu aliyan jî û wan qan’i bikin da ew di reqabeta navbera xwe de Pirsa kurdî nekin qert. Kurdan li hember terorîstên DAİŞê têkoşîneka gelek dijwar ya ji dil da, bi can û malê xwe div ê riyê de gelek qurbanî û zerar da. Kurd eşkere diyar dikin ku ew dixwazin di nav çarçeweya dewleta Suriyeyê de bimînin. Divê ev garantî ji bo dinyayê bes be ku ew jî bibin garantorên bidestxistina maf û azadiyên kwan di çarçeweya vê dewletê de. Lazim e Rusya û Amerîka li ser pirsa kurdî bi hev re tevbigerin, da kurd bi azadî û wekhevî bibin şirîkên Suriyeya paşerojê.

Mesela ku parastina Kurdan gav bi gav ber bi garantoriyeka eskerî ya navneteweyî ve diçe û tenê bi Amerîkayê namîne dikare encamên baştir jî jê derkevin lê sergêjaniyên mezin jî peyda bike. Dimîne li ser xwe amadekirin û rêkxistina Kurdan û hunera wan a dîplomasiyê.

Vekişiyana hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Ez bawer nakim ku hêzên Amerîkî bi temamî ji herêmê vekişin. Helbet piştî serkeftina li hemberî DAİŞê ne hewce ye ew qas esker li Suriyeyê bimînin. Ji xwe ew bimînin jî ê mesele negihê wê qonaxê ku ew li hemberî Tirkiyeyê yan cîraneka din têkevin şer. Tirkiye û Amerîka mitefikên hev ên NATO’yê yê stratejîk in. Ew eskeriyen nayên hemberî hev. Ji xwe gava Amerîkayê ji Tirkiyeyê re got eger tu esker derbasî rojhilatê Firatê bikî ê encameka wê ya aborî hebe, diviya me fahm bikiraya ku ew îşareta wê dide ku eskeriyen ê li hemberî Tirkiyeyê raneweste. Nuha ji Amerîka ji bo nebe serê rimê li hemberî eskerên Tirk, dixwaze welatên din; Ewropî û hin welatên Ereb eskerên xwe bînin deverê, parastineka navneteweyî peyda bikin ji bo rojhilatê Firatê. Esker vekêşan nayê wê maneyê ku parastina esmanê Rojava ji balafirên êrîşkar jî ji navê radibe.

Qasî ez dibînim Amerîka jî tê de hemû hêzên navneteweyî di wê mihaweleyê de ne ku Tirkiyeyê ji midaxeleyeka eskerî dûr bixin. Di vê bareyê de Rûsya jî li gel wan hemfikr e. Lê ev nayê wê maneyê ku tehdîd û rêgiriyên Tirkiyeyê û pêre jî yên Îranê ji ser Rojava radibin. Heta ji destê Tirkiyeyî bê, di guftugoyên siyasî de ên li ser destûra Suriyeyê ê mihawele bike ku Kurd statuyeka federe, heta ya otonom bidest nexin. Bi a wan be mafên kulturî jî divê ji bo Kurdan zêde bê dîtin. Tirkiye ne tenê bi eskerê xwe li ser hidûd e. Efrîn dagir kiriye, Cerablus û İdlib li bin destên wê ne. Ew her wiha di her organên Neteweyên Yekbûyî yên ser bi pirsa Suriyê de ye, Civînên Cenevreyê, yên Astanayê û yên li Rojhilata navîn yên din… Di hemû deran de jî mihaweleyên wê rêlibnergirtina bidestxistina statuyekê ye ji alî Kurdan de. Loma jî divê Kurd hemû hêz, potansiyel û bikêrhatina xwe daxin meydanê û ne tenê bi a,Amerîka û Ewropayê, bi Rusyayê re jî di nav pêwendiyên nêzîk de bin. Li hemî platforman li gel pêwendiyên hemû dewletên mezin nîşan bidin ku ew di pirsa xwe ya neteweyî de gihîştine hev, bûne yek, plan û programên wan bi yek dengî ne, rasyonel û zelal in.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Problema esasî ne ew e ku ENKS’e bi opozîsyona Suriyeyê re peyman îmze kiriye. Helbet ji serî heya dawiyê bihevrebûna bi rejimê re pirsgirêkeka giring e. Ji ber çi tê? Çimkî berî rejimê, yan opozîsyonê divê meriv bi birjewendiyên netewyî yên gelê xwe ve bestî be. Eger meriv li ser berjewendiyên gelê xwe hilhatî be, dijminekî xedar be jî meriv dikare û gelek caran lazim e jî hem bi rejimê re di nav têkiliyan û bazaran de be, hem jî bi opozîsyonê re bide bistîne. Lê madem îro yekîtî di warên xwestî de nehatiye avakirin û heddê maksîmalê potansiyel û bikêrhatina Kurdan nehatiye rêkxistin, nexwe ev hêzên me ne li ser bingehên milî ne, bi berjewendiyên milî ve ne bestî ne. Ew çi dikin, eger bi rejimê re, eger bi mixalefetê re, divê bi hev re bikin, yan na ew bisernakevin û dijmin an xêrnexwaz ê ji rewşa wan îstîfade bike. Destê dijminan ji texmîna me jî dirêjtir e.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigirin.

Kurdan di şerê li dijî DAİŞÊ de têkoşîneka wiha da ku rojhilat, rojava, bakur, Başûr herkesê ser ruyê erdê ew teqadîr kir. İro zimanê Kurdan xweş digere ku ji her dewletê doza piştgirîirina mafê miletê xwe bikin, alîkariyê bixwazin da ew jî bigihên mafên xwe yên rewa.

Pirsgirêkên mazin, rêgiriyên dewletên dagirkerên Kurdistanê ne. Ew ne hêzên piçûk in; Tirkiye, Îran û Suriye, hetta Iraq hêzên mezin in û xwedan rolên stratejîk in. Divê Kurd ji her çar perçeyan bi hev re tev bigerin. Li kîjaqn perçeyî çi lazim e bê kirin li gora wê xwe amade bikin. Perçeyên din ji bo têkoşîna her perçeyî bibin piştgir ne ku rêgir. Kurd divê bi kadro û dezgehên xwe gihaştî bin ku erkên xwe yên diplomasiya navneteweyî bi cih bînin. Mêrxasî, jinxasî û cesaret ne bes e, zanîn, zîrekî û bikêrhatina diplomasî jî bi qasî wan taybetmendiyan giring in. Kurd hemî caran di wir de wenda dikin. Lê li vir jî cardin yekîtiya me ya neteweyî, çavkaniya bizava serkeftina me ya esasî ye. Gotineka meşhûr heye dibêje ’’çil çîrokên hirçê hebûn hemû jî li ser hirmiyê bûn’’. Ê me jî hezar çîrokên me hene, hemû jî li ser yekîtiyê ne.

Nerîna min :