Partiyek di hikûmetê de beşdar be divê pêbendî bernameya hikûmetê be
Endamê Polîtbûroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys ragihand, PDK rijd e li ser avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilez, û her partiyek ku di hikûmetê de beşdar be divê pêbendî bernameya hikûmetê be.
Endamê Polîtbûroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys di pêşangeheke taybet bi çek û teqemeniyên DAIŞê, amade bû. Roj Şaweys daxûyaniyek da rojnemevanan û got: Em rijd in li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê . Em dixwazin hemû alîyên siyasî yên amadene di hukumetê de beşdar bibin û lezê li vê yekê dikin. Divê em, piştevaniya pêşxistina Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan û parastina desekeftên Herêma Kurdistanê bikin.”
Derbarê serdana şandeke PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo bajarê Silêmaniyê di dema bê de, Dr. Roj wiha got: “Ew serdan tiştekî normal e û Silêmaniyê bajarê me ye jî û li cem PDKê ti cudahî di navbera Hewlê û Duhok û Silêmaniyê de tune ye. Silêmanî bajarê helmet û qurbaniyan e. Bajarê Şêx Mehmûdê nemir e. Barzaniyê Nemir gelekî li wir ma.”
Wî endamê polîtbûroya PDKê wiha domand: “Me çend caran serdana YNK û Goran kiriye, tiştekî baş e ku ew jî serdana me bikin. Derbarê dema avakirina hikûmeta nû jî, ew yek li ser danûstaninên di navbera aliyên siyasî dimîne.”
Derbarê beşdariya Komela Îslamî ya Kurdistanê di hikûmeta nû ya Kurdistanê de, Dr. Roj got ku PDK dixwaze ew jî di hikûmetê de beşdar bin lê beşdarîkirin jî mercên xwe hene, ku her partiyek di hikûmetê de beşdar be divê pêbendî bernameya hikûmetê be, ku ne di parlemantoyê de opozisyon be û di hikûmetê de be jî.