Amerîka dixwaze bi PYD’ê bide qebûlkirin ku bi hêza Kurd re hevkarîyê bike

0
173

Xidirê Uso di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Rêvebirîya herêma Kurdistanê û ENKS bi Amerîka û muxalefetê re di peywendîyê da ne, ji bo ku partiyên Kurd û Pêşmergeyên Roj, bi hêzên hevpeyman re li hev bikin û li gel û welatê xwe xwedî derkevin.

 

Rojevakurd:    Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Xidir Ûso: Bi derketina qeyrana li tevaya Surîye û terorîzma DÎİŞ re, derfeta rizgarîya Kurdistana Başûrê Rojava jî ket rojevê.

Ji serî de ya gelê Kurd û hûrgelên li Kurdistana B.Rojava bibira azadîyê, pêşî yekîtî û hevkarîya hêzên Kurd bû. Lê jibo ku ji ber hebûna pkk/pyd ev ne mumkun bû û pêk nehat, îro rewşa gelê kurd li B.Rojava ne dîyar e!

Di dema ji sala 1979’an de ku serokê Pkk A. Ocalan derbasî Sûrîye’yê bû, raste rê ket bin kontrola muxaberata rejîma Baasê. Li gor îfadeya daye meqamên Tirkîye,”misêwa bi cotek muxaberatên Iraq û Îran re jî tê ba hev û karê xwe bi koordîna sîxûrên dewletan re dimeşne.” Hîn ji wê demê de, pêşî li Kurdistana B.Rojava û piştre li ya Başûr û Rojhilat dest bi xebata avakirina seksîyonên Pkk dikin. Armanca mêtinkaran, bi rêya partîya Ocalan, tevgera Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê têxe bin kontrolê. Loma çi Partî û rêxistinên Kurd li B. Rojava hebû, Pkk ji serî de êrîşî wan kir.

Dema ku li Sûrîye’yê qeyran û şerê navxwe dest pê kir, karmendên Baasê, bangî rêvebirîya PYD ya ku Pkk ew ava kiribû kir, bi zîmet nivîsgeh, qereqol û çek da wan, da ku herêma Kurdistanê ji wan re biparêzin. Piştî ku hêzên Amerîkayê hatin herêmê û bala xwe danê ku rejîma Baas nema kare bê ser hêza xwe, loma xwe avêtin bin baskê Amerîka.

Piştî ku Amerîka biryara vekêşana hêza xwe da, PYD, dîsa dan û standina xwe bi rejîma Baas re saz kir. Di dema dagîrkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiye jî PYD, bang li rêjîma Baasê kir û got: “were sînorê xwe û xaka xwe biparêze!” Ev jî tê wateya ku PYD ku bi destê dewleta Surî jî avabûye, loma ew jî xwe wek partî û hêzek Kurd nabîne. Ji ber vê jî ne mumkûn e ku bi hêzek Kurd re hevkarîyê bike û desthilata xwe pê re par bike.

ENKS û partiyên Kurd, wek serokekî netewî, doza navbênkarîyê û  çareserkirina pirsgirêkan li Serok Mesûd Barzanî kirin. Helbet wê demê, pêwîstîya PYD, bi pêwendiyên navnetewî û derîyê Sêmalka û alîkariya Serok Barzanî hebû. Loma bi çavdêrîya Barzanî, dan û standina bi partiyên Kurd re qebûl kir. Lê tevlî ku di her civînê de ji wan re wek rêvebirîya fîftî-fîftî, tawîzên mezin hat dan jî Pyd yanî Pkk dîsa hevkarîya bi hêza Kurd re qebûl nekir.

Tevlî vê helwesta Pyd a negatîf, Serok Barzanî, hemî hêza xwe ya dîplomasî bi kar tîne, da ku ev derfet ji dest neçe, da ku Kurd li wî parçeyî bê destketin nemîne û bêtir ne eciqe. Rastîyek din jî ev e ku bi destxistina mafekî li her perçeyekî Kurdistanê, bi destxistina hemû Kurdan e.

Wek tê zanîn Amerîka dixwaze vekişe û dewleta tirk jî dixwaze herêma Kurdistana B.Rojava dagîr bike. Ji ber pêdeçûna rewşa rejîma Tirk û sîyaseta wê ya ne li gor pîvan û berjewendiyên Amerîka û Ewropayê û bi giştî rewşa Rojhilatanavîn, nema tê hesabê wan ku Kurdan bi Turkiyê bidin eciqandin û herêmê bi destê wan û Îranê ve berdin. Loma biryar dan ku herêma Kurdistanê bi hêzek hevpeyman biparêzin.

Rêvebirîya herêma Kurdistanê û ENKS bi Amerîka û muxalefetê re di peywendîyê da ne, ji bo ku partiyên Kurd û Pêşmergeyên Roj, bi hêzên hevpeyman re li hev bikin û li gel û welatê xwe xwedî derkevin.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Xidir Ûso: Amerîka ji vekişandinê bi şûnde gav avêt. Îro Amerîka behsa hîştina 400 leşkerî dike. Amerîka, divê emê bi hin dewletên hevpeyman re herêmek parastî avabikin. Ev jî tê wateya ku herêmê bi destê Rûsya, Îran û Turkîya ve bernade. Hebûna Amerîka û Ewropa, îro ji bo Kurdan derfetek e ku mafekî netewî bidest bixin.

Armanca Tirkiye û Îran, ya sereke ku Kurd tu mafî bi dest nexe. Her du dewlet jî bi hevalbendîya Rûsya, dixwazin li Sûrîye û bi taybet li hember Kurdan miramên xwe bicirînin. Lê Amerîka û Ewropa zanin van dewletên herêmê sebebê DÎİŞ’ê ne û çavkaniyên terora îslamî ne. Van dewletan ji bin kontrola wan jî derketîye, loma dixwazin îdareyên “demokratîk” û ne navendî avabibin.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Xidir Ûso: ji van hêzan tê xwestin ku bi hevdu re hevkarîyê bikin, lê wek heta niha ku PYD xwe nede ber hevkarîyê, divê ENKS bi muxalefet û hêzên navnetewî û Rûsya re pêwendiyên xwe ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd bimeşîne, beşdarî hemû dan û standinên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Surî bibin.

Amerîka dixwaze bi PYD’ê bide qebûlkirin ku bi hêza Kurd re hevkarîyê bike, ya na wê nikaribe berjewendîyên gelê Kurd têxe bin garantîyê. Li gorî hêzên navnetewî jî, ji bo îstiqrar û aramîya herêma Rojhilatanavîn jî divê neteweya Kurd, bi kêmanî mafinî demokratîk bi dest bixe.

Divê ENKS bi hêzên hevpeyan re li hev bike û pêşmergeyên Roj li B.Rojavayê Kurdistanê bi cîh bike. Lewra bawerî bi muxalefeta Sûrîyeyê jî nayê. Ger ew jî bergîya lingê xwe bibîne, bi handan û zordana tirk û farisan wê mafê gelê Kurd binpê bike.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.

Xidir Ûso: Li pêş bidestxistina mafê gelê Kurd, metirsî û astenga herî mezin sîyaseta PKK/PYD ya di bin kontrola mêtinkaran û dij berjewendiyên gelê Kurd yê neteweyî ye. Lê kî bi hêz û serwer be jî ji wan re serî pêl dike û xwe ditewîne. Loma divê bi rêya hêzên navnetewî zorgayî hevkariya bi ENKS re bêne kirin.

Nerîna min :