Polîtîk

Pirsa Kurd û pirsa PKKê ji hev cudane

Di propagandeyên hilbijartinan de cardin pirsa kurda li bakurê Kurdistanê bû babetek ya nîqaşê.

Tê zanin ku serokkomarê Tirkiye Erdogan di demekî de erênî behsa pirsa kurd dikira û heta bi karanina navê Kurdistanê wek mafekî didîta. Lê niha bi temamî berwajî li dijê pirsa kurd diaxeve û ji MHPê behtir bi awayek xirab behsa kurda dike.

Siyaseta CHPê ya di derbarê kurdan de tê zanin . Piraniya caran  dema pirsa kurd tê rojevê bê deng dimînin yan jî behsa demokrasiyê dikin.

Lê vê carê bi awayekî bersiva hinek gotinên Erdoagn di derbarê kurdade gotîn didin.
Cigîrê Serokê Firaksiyona CHPê Engîn Altay di axavtinek ya xwe de bersiva Erdogan dide û dibêje:Li Tirkiye pirsgirêka Kurd heye û divê bête çareserkirin jî.Pirsa Kurd û pirsa PKK ji hev cudane. Divê hukumet li dijê PKKê şer bike. Lê pirsa Kurdî jî rastiyeke Tirkiyeyê ye û divê were çareserkirin.

Altay berdewamiya axavtina xwe dibêje:Nabe bi hêceta pirsa ewlehiya welat maf û azadiya hemwelatiyan bête binpêkirin.

Back to top button