41.000 çekdarên biyanî ji 80 welatan tevlî DAÎŞê bûne
Serokê amerikayê Donalt Trump dabû xûyakirin ku, divê hemwelatiyên welatên Ewropî yên tevlî DAÎŞê bûyin û dîl hatîn girtin vegerin welatên xwe.
Ewropî vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku bi hezaran girtiyên DAÎŞê di destê Amerikayê de hene û Amerika naxwazê heta hetayê wan li ba xwe bihêle. Dixwazê wan teslîmê welatên ku jê hatine bike. Ji aliyek din her demî tirs heye ku dema ev insan bêne azad kirin cardin tevlî rêxistina terorista DAÎŞê bibin. Tê zanin ku di çavderiya Amerikayê de gelek girtiyên DAÎŞê li ba HSD jî hene.
Eger welatên jê hatîn van qebûl nekin dê hemû serbest bêne berdan.
Li gora belgeyên di destê Neteweyên Yekbûyî de heyîn; ji 100 welatan zêdeyî 40 hezar kes tevlî DAÎŞê bûne. Ev kes çûne Iraq û Suriye şer kirine.
Li Londonê Kings Collega nawenda lokolîna di meha Temuzza 2018ê lêkolînek berfirh kir. Li gor vê lêkolînê jî; ji 80 welatî 41.490 kes tevlî DAÎŞê bûne. Ji wan 32.809 zilamin û 4.761 kes jî jinin.