Nivîsar

“Nexêr” a Tevgera Goran

Di civîneke dîrokî de, roja 07.06.2017ê, bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, paritên siyaisyên başûrê Kurdistanê, yên beşdar di parlamento û hikûmeta Kurdistanê de, civiyan û roja 25.09.2017ê weke roja encamdan referndûma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir û gava yekemîn ji bona avakirina dewleta Kurdistanê li başûr dest pê kir.Pişît biryara wê civînê, dewletên cîran; Îraq, Tirkiye, Surye û Îranê helwesta xwe li hember referndûma serxwebûna Kurdistanê ragehand û biryara referndûmê bi biryareke şaş bi nav kir û tekîd li ser parastina yekparçeyîya Îraqê, ew Îraqa piştî hatina DAÎŞê bi piraktîtî parçe bûye, kir. Helbet ev helwest ji dewletên cîran derkeve tiştek xwezayî û normal e, lê bervajî nenormal dibû, lê helwesta Tevgora Goran ku ji helwesta dewletên dagîrker dijwar û hişktir bû, ne tiştek xwezayî û norlmel e. Çend dewletên cîhanê jî bi awayekî ji awayan diyar kirin ku di vê demê de referndûm dê aloziyan li deverê zêd bike.Eger mirov baş diqet bike, ne dewletên cîran û ne jî dewletên din bi awayekî vekirî û zelal negotine ku ew li dijî referndûmê ne û dê bi her awayî li dijî encamdana wê û encamên wê derkevin.Lê, berê xwe bidin vê ecêba Xweda, her piştî ragehandina biryara destnîşankirina roja referndûmê, Tevgera Goran bi hemê qiweta xwe li dijî referndûmê derket û ragehand ku ew dê bi her awayî lêbixebitin ew referdûma Barzanî digel de be, sernekeve. Eger mirov vê helwesta Tevgera Goran û ya Nûrî Malikî û Îranê yên din hevber bike xuya dike ji yek çavkaniyê derketine.Hemû kurd li her çar parçeyên Kudistanê û yên li welatên din, weke Rûsya, Armenistan, Azirbaycan, Libann û revenda kurd li derve bi biryara destnîşankirina referndûmê kêfxweş bûn û piştevniya xwe ji bo serketina pêvajoya referndûmê ragehnaidn.Belê weke me li jor jî got, ecêba Xwda eve ku Tevgera Gorna he ji niha kampaniyay ”Nexêr ji bo referndûmê” dest pêkiriye.Gelê Kurdistanê bi sedê salane ji bona avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê xebatê dike, di vê rê de bi hezaran şehîd dane, bi hezar gund û warên Kurdistanê şewtî û wêran bûne, çek û cebilxane nema dijminan bi ser sere xelkê Kurdistanê de nebarandibe. Piştî vî karwanê xebatê yê dirêj û deryay xûnê, îro tegereke siyasî ya kurdî ji bona referndûma serxwebûna Kurdistanê kampaniyaya ”Nexêr” dest pê kirye. Min kir û nekir ji bo helwesta Goranê peyv nedîtin. Ev helwest di dîrokê de dê weke niqteke reş li ser Goranê bê qeyd kirin û nifşê paşerojê nefreta lê bibarîne.Nasrat Hacî[email protected]

Back to top button