DosyaPolîtîk

Kurdên Feylî û Zerdeştî: “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re

Kurdên Feylî û Zerdeştî wek tevahiya pêkhate û ol û mezhebên din ên Kurdistanê li hêviya roja referandumê ne û dibêjin emê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re, da ku di Kurdistana azad de em parastî bin.Nûnerê Zerdeştiyên Dihokê Hîwa Dartaş ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi awayekî giştî em wek Zerdeştî ligel referandum û serxwebûna Kurdistanê ne. Dûr ji hizbayetiyê û ji her tiştî, divê em hemû piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin û em hemû tê de beşdar bibin û em bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re, ji ber ku ji kevin ve em li hêviya vê roja dîrokî bûn. Ev prose girêdayî gelekî ye ku pêwîst e çarenivîsa xwe diyar bike.”Keçeke çalakvana Zerdeştî bi navê Benaz Umer Selam ji Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek zerdeştî em ji hemûyan zêdetir piştgiriyê li referandum û serxwebûna Kurdistanê dikin. Da ku em jî wek hemû gelên cîhanê bibin xwedî dewleteke serbixwe, ji ber ku dê tê de pêkvejiyan parastî be.”Ji aliyekî din ve, Berpirsekî Şaxa PDKê li Bexdayê bi navê Îsmaîl Sayemîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara referandumê Kurdên Bexdayê û nexasim jî Kurdên Feylî gelekî dilxweş kirine û ew dibêjin emê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re.”

Back to top button