Polîtîk

Huda-Par: Divê herkes rêzê li biyara gelê kurd bigre

Cîgirê serokê giştî yê HUDA-PARê Mehmet Yavuz di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr de dibêje:Di referandumê de gelê kurd biryara xwe dide.Divê her kes rêzê li vê biryarê bigre.Mehmet Yavuz li bajarê Siwerekê tevlî bernameyek ya fitarê bû. Yavuz di vê fitarê de axavtinek kir û behsa rewşa referanduma serxwebûnê jî kir.Di axavtina xwe de Yavuz got: Em naxwazin tu dewletek islamî parçe bibe.Lê eger miheqek parçebun bikeve hole û hêdî yekitî ne mimkinbe,dê pêwendiyên cîranî bikaribe bibe dermanek ji bo pirsgirêkan. Em bawerin gerek ev yek bê ceribandin.Ev tenê ne referandumê. Agirek li cografya islamî hatiye pêxistin.Eger biryarên ku em bistinên vî agirê fitnê geştirbike divê em haj demê biryaran hebin. Ji derê vê yekê pirsîna ji xelkê mecburiyeteke. Referanduma ku çêbibe , dê gelê kurd biryarê bide, dive her kes rêzê li vê biryarê bigre.

Back to top button