CîhanPolîtîk

Divê Tirkiye rêzê li îrada gel bigre

 Wezîrê derve yêTirkiye yê berê Yaşar Yakiş, da xûyakirin ku di derbarê referanduma Kurdistanê de ya herî baû ewe ku, Tirkiye danustandinên baş li gel Kurda bike.Dema hukumeta yekema AKPê hatî damezirandin Yaşar Yakiş bû wezîrê derve û bi awayekî bû endezyarê bingehê siyaseta Tirkiye ya qonaxek taybet.Yakiş hevpeyvina xwe ya li gel rojenma Tirkî Duvar de, di derbarê referanduma Kurdistana Başûr û pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê de got:  Tirkiye divê vê rastiyê bide ber çavan ku, dewletek Kurd dê ava bibe. Rêzgirtin li encamên ku ji aloziyên Iraq û Suriye derketî, ji bo Tirkiye siyaseta herî rast e. Kurd dikarin dewleta xwe ava bikin an wekî federasyon bimînin, di her encamê de ya rast ew e ku, Tirkiye rêzê li vê iradeyê bigre”.Yakiş dibêje: “Civata navneteweyî dizane ku 35-40 milyon Kurd, ew neteweyê herî mezin e ku bê dewlet e. Rojekê dibe ku ji Iraq a îro be, dewletek Kurd damezre û ew pêvajo dê berdewam bike. Ger em çavdêriyek baş bikin, dive vê realiteyê em bibînin

Back to top button