
Mamosteyên olî yên Misliman û Êzdî bi temamî piştgiriya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê nîşan didin û ji malpera KDP.info re dibêjin, piştgiriya li referandumê piştgiriya li pêkvejiyanê ye.Mela Dilşad li Dihokê ragihand: “Referandum ji bo wê yekê ye ku gelê Kurd bighê mafên xwe yên rewa. Em jî xwedî ala û netewe ne û em dixwazin bibin dewlet. Wek çawa dewletbûn ji hemû gelên cîhanê re mafekî sirûştî û helal e, divê ji Kurdan re jî wisa be, lewma jî em wel zanayên olî piştgiriyê li referandumê û serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku welatê me welatê pêkvejiyanê ye û dê dewletbûn jî wê pêkvejiyanê biparêz e.”Zanayê Êzdî, Pîr Xelat jî wiha dibêje: “Referandum bo Êzdiyan pir girîng, ji ber ku dê bibe sedema parastina me û ji ber vê yekê jî pêwîst e em wek Êzdî hemû piştgiriyê lê bikin. Herwiha em wek Êzdî di hemû şoreşên Kurdistanê beşdar bûne ji bo azadiya Kurdistanê û me xwîna xwe jî kiriye qurbanî. Ev der axa me ye û divê em hemû di referandumê de beşdar bibin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û em hemû di referandumê de bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re. Ez di wê baweriyê de me ku Êzdî hişyar in û dizanin ku berjewendiya wan dixwaze, lewma jî niha Kurdên Êzdî li hêviya wê roja pîroz in.”