Cîhan

Di giştpirsînê de erê derkeve

Akademisyen û zanyarê Rusî û bisporê Kurdolojiyê Kirill Vertyayev, di derbarê giştpirsîna Kurdistana Başûr de, li gel rojnemeya Nezavisimaya hevpeyvînek pêkanî û di vê hevpeyvînê de da xûyakirin ku, dê encama giştpirsînê  ERÊ derkeve , lê ev nayê wê wateyê ku serxwebûna Kurdistanê bête ragihandin.Vertyayev dibêje ku; encama giştpirsînî çibe bilabe , Bexda serxwebûna Kurdistanê nasnake.Lê encamek erênî dibe kertek mezin di destê kurdan de. Herweha hevdîtinên li gel Bexdayê bêne kirin destê kurda gelekî bi hêz dike.Vertyayev dide xûyakirin ku, eger Kerkuk jî bêje Erê û pişgiriya biryara serxwebûnê bike, ev yek pirsa sinorên Kurdistanê jî têxe rojevê û Erbil vê pirsê wek bingeh qebûl dike.Vertyayev dide xûyakirin ku, encama vê giştpirsînê destê Barzanî û PDK jî gelekî bi hêz dike.

Back to top button