Polîtîk

Em bi zelalî pişgiriya referanduma Kurdistanê dikin

Cîgirê Serokê fraksiyona Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Ahmet Yildirim di daxûyaniyek taybet ji bo Kurdistan24 re ragihand ku “bê merc, bê şert, eşkere û bi zelalî em piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê dikin.”Yildirim herweha desnîşankir ku “Tirkiye divê rêzê li referendûma serxwebûna Kurdistanê bigre. Binerin, di deh salan de Kurdistan çawa pêşkeft, dewlemend bû, bîngeha dewletbûnê danî. Ger Kurdistan bibe dewletek serbixwe dê zêdetir jî pêş bikeve û ser bikeve”.Yildirim got ku, “ez tê digihim ku hin alî li dij serxwebûna Kurdistanê rawestin, lê dijberiya Tirkiye tê nagihim. Danûstandinek aborî ya gelek mezin heye. Herêma Kurdistanê herweha ji bo ewleyiya herêmê gelek xebat kir, alîkar bû.” 

Back to top button