Nivîsar

PKK/PYD li himber ala Kurdistanê bê rêziye dike

Rojevakurd pirsî û Abit Gurses bersiv da.Gurses dibêje : Bêguman helwestên oportunîst, kêysperest yên hêzên siyasî yên Kurdistanê cesaretek mezin dide PKK û derdora wê da ku li hember alaya Kurdistanê û nirxên mayîn bêrêziyê bikin!Rojevakurd:Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane. Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e. Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? Abit GursesAlaya Kurdistanê Pîroz e!.. Em, bi şiîra Cîgerxwîn a ku dibêje;‘’Ala rengîn pîroz û xweşTe hildigrim diçim bi meşTu ser milên xortên ciwanDi nav te da yek roja geşAlaya sê rengî tuBi nav û dengî tuNişana cengî tuEy xortê KurdanSilavê lê kinEy keçê KurdanSilavê lê kinKesk û sor û zerîSippî û gewherîNişana zaferî…’’Mezin bûne!… Ji Şoreşa Agirî, Komara Kurdistanê li Mehabad…Pêşewa Qadî Mihemmed, Barzaniyê mezin…Pêşmerge Hûcam Surçî…Atta Hacî Mehmud…Saîd Çurukkaya…Resûl Mihemmedzade…Bi hezaran pêşmergeyên qehreman, milîtanên dilêr bi xwîna xwe ev alaya bilind kirine!Ji her tiştî giringtir jî Parlamentoya Kurdistana Başûr ala rengîn wek alaya fermî qebûlkiriye, bi azadî li asîmanê Kurdistanê de bilind kiriye.Di hîşmendiya kollektîf a Kurdan da yek ala heye, ew jî alaya Kurdistanê ala rengîn e!Her partîyek yan rêxistinek mafê xwê heye ku ji xwe ra alayekê, flamayekê bineqîne, lê mafê tu partî yan jî alîyekî nîne ku bi kêyfa xwe alaya neteweyî tesbît bike yan jî biguherîne!…Eger partiyek yan grubek bi çi nîyet û armancê dibe bila bibe bê rêziyekê li hember vê alê bike, divê ew wek dijminatiyeke li hember nirx, hêjayî û rûmeta Kurd û Kurdistanê bê hesabkirin!…Li hember nirx û hîşmendiya kollektîf a Kurd û Kurdistanê PKK’ê xwedî pratîkeke negatîf bûye… Her wuha hin aliyên îslamî yên bi nav Kurd mihawele dikin ku alayek din ji Kurdan ra peyda bikin!?PKK û PYD rêxistinên bi wan ve girêdayî, demekî dirêj e, li hember alaya Kurdistanê bêrêziyê dikin, di meş, mitîng û civînên xwe da alaya Kurdistanê qedexe dikin! Lê belê dikarin rêzê ji alaya Tirkiye, Suriye ûhwd. re bigrin!…Li Newroza Diyarbekirê mirov gellek cûre flamayên partiyan dibine, alaya Tirka dibîne, hetta alaya homoseksuelan dibine lê alaya Kurdistanê qedexe ye!..Mitîngên mezin yên HDP’yê da bilindkirina alaya Tirkan normal bûye, lê alaya Kurdî qedexe dikin!…Ev çend carin li Kurdistana Suriyê alaya Kurdistanê dişewitînin, suretên Barzaniyê nemir dişewitînin!…Tiştê ku muxaberata Suriyê, polisên Tirkan newêrin bikin, derdora PKK û kesên ser bi wan tên hesabkirin dikin!Tiştê herî înteresant jî ev e ku ew kesana bi qasê ku dijminatiya alaya Kurdistanê dikin, dijminatiya alayên dewletên dagîrker nakin!?Bêguman helwestên oportunîst, kêysperest yên hêzên siyasî yên Kurdistanê cesaretek mezin dide PKK û derdora wê da ku li hember alaya Kurdistanê û nirxên mayîn bêrêziyê bikin!Mirov zû bi zû, bi hêsanî pêl alaya dijminê xwe jî nake!Lê ev kesana bi hêsanî heqaret ji alaya Kurdistanê û nirxên Kurdewariyê dikin!?Çima?Ji ku cesaret digrin?Ji bo çi heqaret li alaya Kurdistanê dikin?Divê partiyên siyasi, hikumeta herêma Kurdistanê, rêxistinên sivîl, welatperwerên her çar parçeyên Kurdistanê hem bersiva van pirsana bidin, hem jî weka camera helwesteke bi şexsiyet li hember kiryarên bi vî cûreyî deynin!…Ji hemûyan giringtir jî kadro, endam, layengir û dilxwazên PKK, PYD û rêxistinên din ku li hember alaya Kurdistanê bêrêziyê dikin divê ji xwe, ji hevalên xwe bipirsin, bêjin gelo em çima dijî alaya Kurdistanê ne?Al sembola millet û welatan e, sembola Kurdistanê jî alaya rengîn e.Tu hêz nikare alaya Kurdistanê li ser kêyfa xwe biguherîne!..Li ser rûyê vê dinyayê da yek desthilatdariyeke  meşrû, qanûnî û muterif a Kurdan heye, ew jî Herêma Kurdistana ıraqê ye. Alaya wan resmî jî ala rengîn a Kurdistanê ye, ku sed sal berê hatiye tesbîtkirin.Li şoreşa Agirî, Komara Mehabad hatiye hildan.Îro jî bi azadî û serbestî asîmanê Kurdistanê pel dide!… Abit Gürses    

Back to top button