Cîhan

Erdogan: Li Suriye hêzên hevpeyman li ser soza xwe nasekinin

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayin Erdogan di derbarê rewşa şerê Suriye û dorpêçkirina BABê de hinek gotinên balkêş gotin.Ev cara ewile ku Erdogan behsa  hêzên hevpeyvan bi vî awayî dike. Wek tê zanin Artêşa Tirkiye li gel Arteşa Azad a opozisyona Suriye li Crablusê dest operasyona Mertalê Firatê kirin û heta devera BAbê hatin.Îro dema serokkomarê Gine serdana Tirkiye kirî li gel Erdogan hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî li darxistin.Di vê konferansa rojnemevanî de Erdogan di derbarê şerê Suriye axivî û behsa operasyona Mertalê Firatê kir. Erdogan got: “Me niha rêxistina terorista DAÎŞ li Babê ji çar aliyîve dorpêç kiriye. Hêzên hevpeymana li ser soza ku dayin nasekinin.  Sozên ku dayin me cuda bûn û niha tiştên cuda dikin. Lê ew li gotinên xwe xwedî derkevin û dernekevin em di rêya xwe de berdewam bin.Ne mimkine em ji rêya xwe vegerin.Hêzên hevpeymanîya berê digotin ku ewê li dijê DAÎŞê heta dawiyê şer bikin. Heta em bi hevkariya DAÎŞê tawanbar dikiran.Niha ji hole windabûne. Bilekis DAÎŞ jî di nav de arikariya PYD/YPGê dikin. Di destê mede di vê derbarê de belge hene. Video hene.

Back to top button