Polîtîk

Ji PKK re nebaş e ku li Şingalê bimîne

Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Serbest Lezgîn derbarê hebûna PKK li Şingalê û êrişa wê partiyê di ragihandinê de li ser PDKê, ragihand ku hebûna PKK li Şingalê metirsî ye li ser wî navçeyê û li ser tevahiya Herêma Kurdistanê. Herwiha got ku PKK jî dizane ku sala 1995 wan êrişî ser PDK kirin, lê di dawî de PDKê derseke baş da wan.Serbest Lezgîn ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK ne tenê li Şingalê heye, lê belê bûne serêşiyeke mezin ji xelkê Herêma Kurdistanê re, lewma jî hebûna wan bûye metirsî li ser Şingal û tevahiya Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî ji aliyê ewlehî ve, ku bi otomobîlên bê nemre û camreş tên û diçin.”Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha got: “Gelek çekdarên biyanî ligel PKKê ne ku kes nizane ew ji kûderê hatine û kî ne. Diçin welatên derve û tên. Kes nizane ew xelkê Îran in yan Sûriye yan jî Tirkiye, lewma jî mana wan li Şingalê dê encamek baş ji wan re neyne.”Derbarê wê êrişa li ser dezgehên ragihandinê ku dikin ser PDK, Serbest Lezgîn wiha domand: “PDK ti gavê êriş nekiriye ser kesî, di sala 1995ê de jî PKKê êrişî ser PDK kir û PDKê tenê bergirî li xwe kir, lê piştre encam dîtin ku PDKê çi deris da wan.” 

Back to top button