CîhanCivak

Dadgeha tuhmetbarên hewldana leşkerî destpê dike

Li Tirkiye  dadkirina tuhmetbarên darbeya Leşkerî ya di 15ê Temuzê de destpêkir.Wek tê zanîn 15ê Temuza 2016ê, beşek leşker û polisa hewldan ku darbeyek leşkerî bikin. Di vê hewldanê de nêzikî 300 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek esker û polis jî hatin kuştin. Parlemento, avahiya serokkomar, avahiya hêzên taybet yê polisa û avahiya MITê bi balefiran hate bombebaran kirin.Di encamp de ev hewldan serneket û gelek berpirsên vê hewldanê hatin girtin. Tirkiye ev hewldana darbeya leşkerî cemaeta Gulen ve girê da û hate kifşkirin ku serokê Hewldanê Fethullah Gulen bi xwe ye.Gulen bi salane li Amerika dijî. Hukumeta Tirkiye bi fermî daxwaza Gulen ji Amerika kiriye.Piştî hewldanê nêzikî 100 hezar kes ji karên dezgehên hukumetê hatin durxistin. Bi hezaran polis û efser ji kar hatin dûrxistin û girtin.Niha cara yekê sibehî hinek tuhmetbarên vê hewldanê derdikevin pêşîya dadgehe. Hinek ji tuhmetbara  di girtigehê de ne û hinek jî azadin.Piştî vê gelek grubên din dê derkevin himberê dadgehê.Gelek tawanbarên hewldana leşkerî li bakurê Kurdistanê berpirsên bilin yê leşker û polisan bû. Di pêvajoya dadgehê de ihtimala gelek tawanên li Kurdistanê jî kirîn û girêdanên wan yên Kurdistana Bakur jî bêne eşkere kirin. 

Back to top button