Bayik: HDP siyasetek şaş rêve bir

Hevserokê KCKê Cemil Bayik di medya PKKê de nirxandinek li ser rewşa 2016ê kir. Bayik da xuyakirin ku dewleta Tirk sala 2016ê gelek êrîşên dijwar anîne ser wan û tu derfeta çareseriyê nehiştine.Bayik behsa siyaseta PKKê ya xendeqa  dike. Bayik dibêje ku armanca wa ew bû ku li hemû bajaran şerê nav bajara bikin. Lê dibêje xelk baş nehatin mutîve kirin û ji ber wê jî şer di çend navçeyan de çêbû.Ev yek jî bû sedem ku ew hewldana PKK dawî hat.Herweha Bayik rexneyên tund li HDPê dike û dibêje: HDP bawer dikir ku bi ketina parlementoyê dikare pirsa kurd çareser bike. Lê bi vê yekê kete nav şaşitiyek mezin de.Cemil Bayik,werankirn û têkbirina hinek bajar û navçeyên li Bakurê Kurdistanê siyasetek rast dinirxîne. Herweha ew siyaseta ku bûyî sedema jiyana bi hezaran ciwane ber çavên wî ve naxweyê.Encama vê siyaseta şaş zererek gelek mezin da Kurdistana Bakur. Piştî daxûyaniya Bayik pêwiste ku veca HDP bi xwe bişekî bê jî bifikire.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: