Polîtîk
Daxuyaniya Komjin
Em êrîşa ji aliyê endamên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ya li ser endamên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Ruhayê şermezar dikin.
Dîroka me nîşan dide ku êrîşên hanê xizmeta dagirkerên Kurdistanê dikin.
Her usa keçeke Kurd jî ketiye ber êrîşa endamên BDP, ku ev yeka ne li exlaqê siyasî û ne jî urf û adetên Kurdan tê.
Em bang li rêvebirên BDP dikin, ku berpirsiyarên xwe bizanin û nehêlin careke din bûyerên bi vî awayî rû bide.
Kurdistan malê bavê kesekî nîne.
Kurdistan têrî hemû Kurdan dike.
Êşa gelê Kurd zêde nekin.