Kultur

Xwendina bi zimanê kurdî

Parîs, înî, 28.01.2011
JI BO RAGIHANDINÊ

«BÊ KURDÎPERWERÎ NE KURDAYETÎ DIBE, NE JÎ KURDPERWERλ
 : 2011, SALA
XWENDINA BI ZIMANÊ KURDÎ

Televîzyona Kurd1ê bangî hemû Kurdan dike ku sala 2011ê bikin «Sala Xwendina Bi Zimanê Kurdî».

Serekê Kurd1ê Kendal Nezan dibêje, «Em hêvîdar in ku di nav vê salê de hemû dezgeh û sazîyên Kurdan, bîr û rayên wan yên sîyasî her çi bin bila bibin, dê bi hev re bixebitin ku doza xwendin û perwerdeya bi zimanê kurdî bikin dozeke millî ya Kurdan û vê dozê li ser sîyasetmedarên Tirkîyeyê, li ser komara Tirkîyeyê ferz bikin.»

Nezan dibêje ku li Tirkîyeyê 154 zanîngehên bi zimanê tirkî hene, lê bi tenê xwendingeheke bi kurdî jî tuneye û Kurd ji hemû îmkanên xwendina bi zimanê xwe hatine bêparkirin.

Ji bo bizava «2011: Xwendina Bi Zimanê Kurdî», Kurd1 dê îro dest bi weşandina gazîyekê bike. Têde, berpirsîyarê hunerê yê Kurd1ê, hunermend Şivan Perwer, ji Kurdan re dibêje, «Ziman emanet e û xiyanetê li emanetê neke! Bê Kurdîperwerî, ne Kurdayetî dibe, ne jî Kurdperwerî.»

Serekê Kurd1ê Nezan dibêje Kurd1ê di berxwedana zimanê kurdî de roleke giring lîstîye û bi weşana xwe ya xwerû bi kurdî nîşan daye ku zimanê kurdî têra her warekî jiyanê dike. Serekê Kurd1ê got, «Ku zimanê me di xwendegehan de bê xwendin, ew ê paşeroja wî tekûz bibe, ew ê ji windabûnê xilas bibe.»

Kurd1, bi slogana «Jiyan bi kurdî xweş e», bi rêya satelîtê (Hotbird 13° Rojhilat, Frekans 12245/H)  û Înternetê (http://www.kurd1.com/ku/live/) weşanê dike.  Ew ji bilî bernameyên li ser ziman, çand, dîrok û civaka kurdî, fîlmên Hollywoodê, belgefîlmên navdar û fîlmên zarokan bi kurdî belav dike. Navenda wê li Parîsê ye û ji aliyê Konseya Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Fransayê (CSA) ve hatiye qebûlkirin.

 

 Hûn dikarin vîdeoya gazîya Kurd1ê ya Şivan Perwer ji vir daxînin û bi kar bînin:

Back to top button