Senaryoyên dabeşbûna Îraqê (Video)
Kenala CNN a Amerîkayê di nûyeke xwe de behsa dabeşbûna Îraqê bo sê dewletan dike û senaryoyên dabeşbûna Îraqê di navbera kurd, sune û sîiyan de zelal dike.CNN di rapora xwe de dibêje ku rûbera Îraqê piçek ji rûbera wîlayeta Kalîforniyaya Amerîkayê mezintire lê pêkhateyên cuda li Îraqê dijî û sê pêkhetayên sereke nifosa Îraqê pêktînin; kurd, erebên sune û erebên şîye û gelek sedem hene ku Îraq bo sê dewletan dabeş bibe.Li gor kanala CNN, eger Îraq dabeş bibe, 17% ji bo kurda, 20% ji bo erebên sune û ya din jî bo erebên şîye dibe; bakur û bakurê rojhilat tevî Mûsilê ji bo kurdan diçe, naveras û rojava ji bo erebên sune û beşek naverast û başûrê Îraqê (60%) ji bo erebên şîye diçe.CNN aşkre dike ku zengîtirîn beşa Îraq ber bi kurdan dikeve.ji bo dîtina vidyoyê lînka jêr veke:https://www.youtube.com/watch?v=9tEIBb0Y7Yg