Li Bakur PDK ber bi yekitiyê ve diçe
Ji bo yekitiyek di nava Partiya Demokrata Kurdistanê de û herweha ew rêxistin û aliyên xwe li ser rêbaza Barzanî dibînin pêkwerê, însîyatifa yekitiya PDKê li Bakur gavên hêja tavêje.
Endamê insîyatifê gava yekem li gel hemû aliyên PDKê li Bakur civîyan û di derbarê yekitiyê de dîtinên wan girtin û li ser awayê yekitiyê gotubêj kiririn.
Herî dawî li Diyarbekirê endamên insîyatîfê li gel serokê PDKT M. Emin Kardaş, serokê KADEPê Litfî Baksî,berpirsê PDNKê Cimşît civînek hevbeş pêkanîn û di civînê de li ser cureyê yekitiya PDKê li Bakur hate sekinandin.
Li gora agahdariyên gihatî Rojevakurd civîn erênî derbas bûye û dê ev civîn berdewambin.
ji aliyê Platforma Demokratên Kurd ve kesek di civînê de amade nebû. Dixweyê platfor xwe li derê vê yekitiyê dibîne.