Çekên pêwîst negihane pêşmerge

Malpera Bloombergview di raportekê nivisandiye ku ligel serkeftinên vê hefteyê yên Hêzên Pêşmerge li ser çekdarên DAIŞê, dibe ku Amerîka û Iraq çek û pêdiviyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge yên ku bi rastî ew in ên ku şer dikin, lê li gorî çavdêrên kurd, Hêzên Pêşmerge ku şerê bejayî li dijî DAIŞê dikin, lê kêmasiyên wan ên çek û teqemeniyan hene.

Helbet serkeftinên berdewam ên Hêzên Pêşmerge wê yekê ji me re diyar dikin ku pêwîst e Iraq û Amerîka çekên bêtir û baştir ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, lê heta niha ew pêngav bicîh nehatine.

Malpera Bloombergview hevpeyvînek ligel Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk aniye û dibêje, di wê hevpeyvîna ku li navenda operasyonên li sînorê Iraq û Sûriyê de hatiye pêk anîn û di wê hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî ragihand ku, di çend mehên borî de, tenê 4 caran keresteyên leşkerî ketine destê me de. Niha kêmasî sereke ya Hêzên Pêşmerge kêmasiya çek û teqemeniyan e û tişa ku ji me re hatiye şandin negihîştiye asta pêwîst û asta ku ji me re lazim e.

Wê malperê li ser gotinên Mesrûr Barzanî dibêje gotinên Barzanî pir girîng in, ji ber ku li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de gerek Bexda 1 milyar dolar ji Hêzên Pêşmerge re şandiba, lê Mesrûr Barzanî ji wan re gotiye ku heta niha Bexda tiştek ji wan re neşandiye .

Herwiha wê malperê amaje bi wê yekê kiriye ku Mesrûr Barzanî kurê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye û neviyê rêberê rohî yê neteweya kurd Mistefa Barzanî ye. Herwiha Mesrûr Barzanî piraniya dema xwe li eniya şer derbas dike û li hêla pêşî ya şer e.

Malpera Bloombergview  bi rêya wê hevpeyvînê ji cîhanê re dibêje ku bi rastî tişta wan dîtiye, lib a kurdan Pêşmerge pir girîng in ji ber ku moralê kurdan bilind dikin di şerê li dijî DAIŞê de, herwiha çekên pêşketî yê amerîkî ketiye destê çekdarên DAIŞê de, ku bi rêya artêşa Iraqê ji wan re maye û Hêzên Pêşmerge çekên wan ên nû kêm in.

Mesrûr Barzanî ji wê malperê re gotiye ku Amerîka 10 salan hêzên Iraqê perwerde kirine, lê tevî wan çekên pêşketî tenê di nava 10 seatan de artêş şikest û çek ketin destê DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî dibêje: “Emê guman bikin ku dibe ku ew nedana çekan bo Hêzên Pêşmerge, biryareke siyasî be, ku divê çi çek gerek têkevin destê Pêşmerge de, ji ber ku ew ne pirseke teknîkî ye. Helbet ew setratîjiyeta Amerîkayê ye ku bi rêya Bexdayê alîkariyên leşkerî ji Kurdistanê re dişîne. Ew biryara Amerîka wek xwe ye û nehatiye guherin ku divê Bexda biryara şandina çekan bo Kurdistanê bide.”

Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di wê hevpeyvînê de ragihand ku, % 90ê şerê li dijî DAIŞê Pêşmerge dike û tenê % 10ê çekan gihiştiye me.

309

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: