Serok spasiya pêşmerge kir

  Birayê birêz Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê kak Kosrest Resûl Elî

 Mizgîniya serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Kerkûkê li ser terorîstên DAIŞê hemû kurdistaniyek kêfxweş kir. Spas ji Xudayê mezin re, spas bo Pêşmergeyên qehreman û destê hemû aliyekî xweş bê.

 Slav bo canê şehîdên me yên qehreman, ku bi xwîna xwe bergiriyê li ax û rûmeta Kurdistanê kirin. hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerên eniya Kerkûkê û hemû eniyên şerê li dijî terorîstan dixwazim.

 Spas û pêzanîna min ji bo cenabê te û hemû fermandar û Pêşmergeyên dilêr heye, ji bo wê şiyana ku kirin di şikandin û paşvekişîna terorîstan. Destê we xweş bê.

 

Mesûd Barzanî

 Serokê Herêma Kurdistanê

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: