Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Kongreya London ku taybete bi wan welatên li gel rêxistina terorîstiya Da’îş re li şer dane, li demek da tê sazkirin ku Kurdistan li şerekî raste rast û tund daye beranber terorîstên Da’îş û rojane bi xwîna geşa Pêşmergeyên qehreman, şikestên mezin tûşî terorîstên Da’îş dike.
Piştî êrîşa terorîstên Da’îş, Pêşmerge bi xwîna xwe sedan hezar koçber û pêkhatên neteweyî û oliyan parastiye û çendîn navçeyên berfireh bi bêyî li berçavgirtina pêkhatên runiştvanên van navçeyan ji destê terorîstan rizgar kiriye.
Me çaverêya ewe dikir hemû aliyek rêz li qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge bigrin û piştî beşdarbûna nûnerên Kurdistanê li vê kongreyê û kongreyên wekî van bikin. Tu gumanek li wir da tûne ku niha bandortirîn û karîgertirîn hêz ku bi awayeke raste rast û kirdarî rûbirûyê terorîzma cîhanê bûye hêza Pêşmergeyên Kurdistane.
Li vir da nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê pêşkêşî rêkxerên vê kongreyê dikin û cihê dilgiraniya meye ku şehîdbûn û qurbanîdan beşa xelkê Kurdistanê bê û î’tîbara wê jî ji bo xelkekî din bê hejmartin. Xelkê Kurdistanê hêjayî eweye ku runiştvanên navdewletiyên bi vî awayî de nûnerê xwe hebê ku guzarişt li rastî û bîr û nêrînên gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman bike. Giraniya vê rewşê li ser milê gelê Kurdistane û tu kes û aliyek nikarê nûnerayetiya xelkê Kurdistanê bike û dengê rastiya xelkê Kurdistanê li kor û kombûnên navdewletî de bigihîne.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.01.2015