Tekoşîna netewî û kesayetên serbixwe

 

Cihê kesayetên serbixwe di nav têkoşîna netewî de çi ye?

Berî ku em dest bi vî mijarî bikin, divê em navê wan zelal bikin. Wek ku ew dibêjin kesayetên serbixwe ne an wek hin camêran dibêjin misteqîl in. Bi ya min ew misteqîl in. Ji ber ku mirovên ku welatê wan bindest be, nikarin serbixwe bin.

Di nav têkoşîna netewî de gelek grûb, alî û rêxistin hene. Ew çi qas netewî ne û rêya wan çi qas Kurdistanî ye mijareke din e. Lê aliyek heye ku xwedî hêjmara herî zêde ye. Ew jî bi tena serê xwe tevdigerin, yanî misteqîl in.

Kesên misteqîl; dixwînin, dibînin, dizanin lê li gor vê zanebûna xwe tevnagerin. Zanebûn, berpirsyariyê dixe ser milên mirovan. Dema mirov bizane û li gor wê tevnegere, berpirsyariyên xwe bi cih neyne; ew zanebûna wan ji dêvla fêdeyê xisarê dide civakê.

Ew dizanin, tim di nav nîqaşan de ne û her tim rexne dikin. Lê ka ew çi dikin? Ev helwesta wan di demkurtî de wek ku bifêde be xuya bike jî, di demdirêjî de xisarê dide. Ji ber ku dema bi rexneyên xwe gelek kesan hişyar bikin û ji şaşiyan vegerînin jî ger li hember vê tu alternatîfan daneynin, wê demê wan kesan dikişînin nava valahiyekê. Miroveke ku ji aliyê derûnî ve wê valhiyê bijî, nedîyar e bi çi şiklî jê derkeve. Bi giştî jî aqubeta wan kesan nebaş dibe. Li Kurdistanê bi hezaran mînak hene.

Em di nav têkoşîna netewî de ne. Heta em dagirkeran ji welatê xwe derxin wê ev têkoşîn bidome. Ev bar jî li ser milên me hemû Kurdan bi taybetî jî ya ciwanan e. Mirovên ku cilika bênamûsiyê nekişînin ser serên xwe û dagirkeriyê danequrtînin, mecbûrin ku di nav têkoşînê de cihê xwe bigirin. Ev têkoşîn jî bi tena serê xwe (bi misteqîlî) nabe. Li hember me dewletên mezin (ku dewlet jî asta birêxistinbûnê ya herî bilind e) hene. Loma ji bo ku em wan ji welatê xwe derxin, divê em jî birêxistinbin û em her yek bihêztir cihên xwe yên di nav têkoşînê de bigirin.

Dema ji misteqîleke bipirsin çima ne di nav tu rêxistinan de ne û çima propagandaya bêrêxistinbûniyê dikin, dikarin hezar sedeman bijmêrin. Di wî warî de gelek jêhatî ne. Lê di van şert û mercan de tu sedem nayin qebûlkirin. Ger tu rêxistinan naecibînin û bixwe bawer in, bila rêxistineke ava bikin.

Dema em ciwan gihaştin cem hev û em pê bawerbûn ku rêxistinên heyî tu jî bêtawîz nikarin li ser xeteke Kurdistanî bimeşin, me Tevgera Ciwanên Kurdistanê damezirand. Em jî dikaribûn bêyî ku tiştek bikin rêxistinên heyî rexne bikin. Amûrên me jî gelek in. Lê dema me şaşî û kêmasiyên wan rêxistinan nîşanî civakê bidana û civakê bi halê xwe bihiştana, wê demê zanebûna me wê bibûna çekek li hember kadroyên netewperwer.

Ger em vegerin ser pirsa xwe ya ku di serê nîvîsê de me pirsîbû, bi kurtasî cihê misteqîlan di nav têkoşîna netewî de ne tu cih e. Ger ewê tiştekî nekin, bila xisarê jî nedin.

 

Roger Çaxer

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: