PKK naxwaze Şingal zû were rizgarkirin
Parlamenterê Iraqê yê êzîdî Mehma Xelîl li ser hewlên PKKê yên ji bo avakirina “Kantona Şingalê” ragihand, ti xêra avakirina kantonê li Şingalê ji bo Şingalê tine û wiha got: “Bila PKK li Amed û Kobanî kantonan ava bike emê jî piştgiriyê bidin wê.”
Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ku kurdekî êzîdî ye, li ser hewlên PKKê yên ji bo avakirina kantonê li devera Şingalê ji Rûdawê re got, avakirina kantonê li Şingalê tê wateya perçekirina Kurdistanê û wiha axivî:
“Avakirina kantonê li Şingalê nahêle komkujiya kurdên êzîdî wek jenosîd bê naskirin her wiha nahêle xelkê Şingalê vegere ser warê xwe.”
Wî parlamenterê Iraqê her wiha diyar kir ku avakirina kantonê li Şingalê ne bi sûda Şingalê ye ne jî bi sûda gelê Şingalê ye û wiha axivî: “Em ti carî qebûl nakin ku PKK li Şingalê kantonê ava bike. Eger dixwaze bila li Amed û Kobanî ava bike emê jî piştgiriyê bidinê.”
Mehma Xelîl li ser wan kurdên êzîdî yên ku xwe wek nûnerên PKKê li ser çiyayê Şingalê dibînin jî got, ew çend kes in lê nûnertiya êzîdiyan nakin û wiha got: “Şingalî dixwazin Şingal were avakirin û bibe parêzgeh, her wiha ziyanên wan ên madî û manewî were qerebûkirin. Dayîk, xûşk, jin û mirovên wan ji destê DAIŞê bên rizgarkirin.”
Xelîl spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ku soz daye hemû xaka Şingalê were rizgarkirin û wiha got: “Lê PKK naxwaze Şingal zû were rizgarkirin.”
Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.
Encumen ji 27 kesan pêk tê. Jêderekî haydar ji civînê ji Rûdawê re got, endamên encumenê hemû kurdên êzîdî ne lê yek ji wan jî xwedî bawernameyeke bilind nîne, heta di nav wan de kesên nexwendî jî hene.