Senatorên Amerîka daxwaza hevkarîkirina Kurdistanê dikin
Roja dûşemê heşt senatorên Amerîka (Barbara Boxer, Ron Johnson, Richard Durbin, Marco Rubio, Jeanne Shaheen, Ed Markey, Christopher Coons, Tim Kaine) nameyekî taybet ji bo Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê re şandin û daxwaz kirin ku Hikumeta Iraqê li muamelekirina li gel koçberan û her wiha cengê dijî Da’îş de zêdetir hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê bike..
Senatorên Amerîka li nameya xwe de balkişandine li ser wê yekê ku li Kurdistanê hejmarekî zêdeyê koçberan heye ku ji ber êrîşên Da’îş ve mal û halê xwe bi cîh hiştine û xwe spartine Başûrê Kurdistanê. Ji bo wê yekê pêwîstiya wan zêdetir bi hevkariya mirovî heye û divê Bexda hevkariyên xwe yên mirovî zêdetir bike.
Ew nameya ku ji aliyê 8 senatorên Amerîka ve hatiye îmzakirin, pênc ji wan senatoran Demokratin û sê ji wan jî ser bi Komariyane.