Kultur

Wezîrê Rewşenbîriya Kurdistanê serdana Zanîngeha Mêrdînê kir

Xalid Doskî Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên zanîngehên Başûr û Bakûrê Kurdistanê serdana Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê kir.

Xalid Doskî li gel Dr Kadrî Yildirim Serokê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê axivî û armanca serdana xwe ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê xisterû. Her wiha Doskî da zanîn ku beşa Kurdolojiya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li herêmê de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî roleke xwe ya girîng heye. Her wiha di vî warî de ew dixwazin ku peywendiyên di navbera zanîngehên Başûr û Bakûrê Kurdistanê de pêş bixin.

Her wiha Dr Kadrî Yildirim jî behsa hejmara wan mamoste û xwendekaran kir ku ji başûrê Kurdistanê hatine bakûr û her wiha da zanîn ku ji bo pêşxistina peywendiyan ew dê hemû şiyanên xwe bixin rû.

Back to top button