Însiyatifa PDKê li Bakur
DAXUYANÎ
Tekoşîna doza Kurdistanî li Bakûrê Kurdistanê gehêşte astek nû u bilind. Kurdistanîyan biryar da ku hêzên PDK’yi yek bin û nakokiyan ji holê rakin. Wek tê zanîn di warê tekoşîna Kurdistanî da rêxistinên ku hene li gor xasyetên xwe cur be curin. Her roja ku diçe pêvajo dibê şahidên texrîbatên nû u em bi dilêşî dişopînin her gava ku diçe gel ji nirxê Kurdeyatî, ji armanca Kurdistanî, u ji gîyana dozê dûr dikeve. Li hêla din ku em wek xeta netewî û demokratîk bi nav dikin, rêxistinên ku hene bi ser navê PDK tevdigerin mixabin parçe parçe ne. Ev rêxistin di naverok, armanç, di nirxê netewaperwerî u di prênsîpên rêbazî da jî ku yekin, hevbeşin. Lê pir sosret e ku ne li hevin.
Ev rewşa ne dîyar, ev kambaxîya sîyasetmedarên Kurd, ev ji hev dûrketîna aktorên dozê li Bakûrê welatême kadroyek siyasetmedarê ronakbîr xiste qada tekoşînê. Bi navê İnsiyatîfa yekîtîye PDK Li bakur 10/01/2015 da li Midyatê civînek berfireh ku 120 kes amade u beşdar bûn li dar xistin.
Di civînê de hat biryar kirin ku lijneyek ji 12 kesan verê pêkanîn ev lijne li ser navê însîyatîfe yekîtîye PDK li bakur dest bi kar u xebate xwe bikê.
Em veke lijneye Însîyatîfe yekîtîye PDK li bakur spasîye beşdarvanên ji herem û navçeyê bakurê kurdistanê û rojavayê kurdistanê hatin, dîtin u ramanên xwe anîn ziman û ji Avrupa yên mesajê xwe ji bo pîrozbahîyê şandin, spasî û rêzên xwe pêşkêşî van dikin.
Ahmet Acar
Berdevkê –însîyatîfe yekîtîye Partî Demokrata Kurdistan PDK(Li Bakur)
MÊVANÊN BEŞDAR BÛN:
Dr.Mihemmed Ahmed barazî Endamê Encûmana Niştîmanîya Kurdistan-Surî( KURDNAS)ROJAVA
Dr.Baxtîyar Alhusen Endamê Encûmana Niştîmanîya Kurdistan –Surî (KURDNAS) ROJAVA
Rojîn Temo ROJAVA
Îbrahîm Gûçlû –Sîyasetmedar
Muhyettîn Batmanî-Fırat-Dicle diyalog Grubu
MESAJÊN PÎROZBAHÎYÊ:
Dr. cuwan Haqî – Endamê brêvebirîye Encumana Niştîmanî Kurdistan-Surî SWÊD
Dr . Şerko Abbas – Serokê Encumana Niştîmanî Kurdistan – Surî -AMERİKA
CanKurd – Endamê ragihandina Encumana Niştîmanî Kurdistan –surî ALMANYA
Nurî Çelîk – Nivîskar siyasetmedarê Kurd -SWÊD
Brîndar Hunermend – SWÊD
Rodî Îlgen – Siyasetmedarê Kurd -NORVEÇ