Barzani:Şanaziye ku hêzên Pêşmerge karîn DAIŞê bişkînin
Li kombûnê da Wezîra Bergiriya Elmanya ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û rêz û pêzanînên xwe jî ji bo Pêşmerge nîşanda ku azayane şerê terorîstên Da’îşê dike û ragihand ku amadebûn û serpereştîkirina raste rasta Serok Barzanî ya li bereyên şer wateyekî xwe yê kûr heye û Elmanya li wê wateyê têdigihe. Her wiha eve jî xisterû ku ji bo Hikûmeta Elmanya cihê şanaziye ku hevkariya Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de dike. Wezîra Bergiriya Elmanya eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku hatiye bo ku kar ji bo pêşxistina hemahengî û hevkariya hêzên Pêşmerge û her wiha meşq û rahênana Pêşmerge bike û ji pêwîstiyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê agahdar bibê. Wezîra Bergiriya Elmanya balkişand li ser wê yekê ku hatina şanda Parlemena Elmanya û lîjneya Bergiriya Parlemena Elmanya ji bo eweye ku li rûyê teşrî’iyê ve bikarin çarçêweyekî yasayî ya bi hêz ji bo hevkarîkirina Pêşmerge dabirêjin.
Li beşekî dinê civînê de Endamên Lîjneya Parlemena Elmanya li ser çawayiya yarmetîdana Pêşmerge û êrîşên terorîstan komek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kir û tekez li ser dostayetiya gelê Elmanya û gelê Kurdistanê kir û behsa rola gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li gel şerê Da’îş yarmetiya koçberan dane û wan ji êrîşên terorîstan parastine. Şanda mîhvan hevxemiya xwe jî ji bo malbat û kesukarên wan Pêşmergeyên li bereyên ceng da şehîd bûne derbirî.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Elmanya kir ku yarmetiya gelê Kurdistanê dane û wan hevkariyan bi karîger û bi bandor wesifkir. Ji bilî balkişandina li ser rewşa meydanî ya bereyên şer wê yekê dûpatkir ku gelê Kurdistanê li şerê terorîstan da îradeyekî xwe yê bi hêz heye û Pêşmerge jî kariye li gelek cîhan de şikesta terorîstan bîne. Serok Barzanî eve jî xisterû ku hêza Pêşmerge pêwîstî bi hevkarî û yarmetîdana dostan heye bo ku vê şerê yekalî bike. Li gel eve jî rûbirûbûna terorê erkê hemû cîhanêye û rûdawên bajarê Parîs bi rûnî nîşan da ku teror dikarê li gelek cîhan bibê çavkaniya tehdîd û nearamiyê. Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku Herêma Kurdistanê wan hemû îltîzamatan li ber çav digre ku li gel dostan û hêzên hevpeymanan da heye.
Her li vê kombûnê da Serok Barzanî pêwîstiyên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên şer û her wiha devera Şengal û Kobanê û rewşa jiyana koçberan ji bo şanda mîhvan xisterû.
Hêjayî gotinêye ku li vê civînê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya, Ferîq Şêrwan, Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.
Her wiha piştî temambûna civînê Serok Barzanî û Wezîra Bergiriya Elmanya li civîneke rojnamevaniyê de naveroka kombûna xwe ji bo sazî û dezgehên ragihandinê xistinrû.