Cîhan

Terorist hatin kuştin

Li Fransa di encama operasyonekî de kesên ku 12 karmendên kovara Hedbo kuştîn jî hatin kuştin.

Wek tê zanîn 3 teroristan êrîşê avahiya kovara Charlie Hebdo kirîbûn û 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrîşê hêzên asayîşa Fransî ketin dûv erîşkaran.

Kesekî ku êrîş pêkanî teslîmê polîsan bûn. Lê her du birayên bi nave Seîd û Şerîf revîn.

Dema reva wan de teroristek din jinek polis kuşt û keta nava firoşgehî de û gelek kes rehîn girtin. Ji polisan daxwaz kir ku bila rê bidin Şerîf û Seîd. Lê di encam de polisan operasyonek li herdu cihan pêkanî. Şerîf û Seîd hatin kuştin.

Dema operasyona li dijê firoşgehê hatî kirin 4 rehîna jî jiyana xwe ji dest da û teroist hate kuştin. Niha çavê dinyayê hemûyan li Parîse û encama vê bûyerêye.

Hat zanîn ku ev kesên êrîş pêkanîn endamên rêxistina El-Qaîde û DAÎŞê bûn.

 

Back to top button