D.X.B mezintirîn alîkariya mirovî gihand ser çiyayê Şengalê
Li ser raspardeya cenabê Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya raste rasta birêz Mesrur Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 32 treyler xwarin û kelupel û sutemenî û kon û doşek û betanî û ciluberg û şîrê zarokan û tebax û ard û pêdiviyên din şande ser penaberên çiyayê Şengalê ku li gor zanyariyên destpêkê 1200 malbatên penaber dibin.
Roja 20/12/2014 piştî azadkirina çiyayê Şengalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, bi rêya hişkanî ve ji bo gihandina komek û hevkariyê ji bo penaberên ser çiya hate vekirin, ji bo vê mebestê li ser raspardeya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya raste rast ya birêz Mesrur Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mezintirîn hevkarî û yarmetiya mirovî şande ser çiyayê Şengalê.
Hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwe ji çendîn pêdiviyên girîngê rojaneya penaberan dibîne, bi taybetî li gel hatina demsala zivistanê da 10.000 qemseleya(çakêt)a zilaman û jinan û zarokan, heman demî de ji bo pêdiviyên nîştecîhbûnê jî bi heman awayî 250 kon û pêdiviyan dabîn dike. Her wiha ji bo pêdiviyên navmalê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 7400 betanî û doşek û 1000 karton cilubergê zilam, jin û zarokan dabîn dike. Ji bo pêdiviyên xoreka rojaneya penaberên ser çiya, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 1250 karton xorek ku pêkhatiye ji (Birinc, rûn, şekir û ava temata, xwê û nîsk û fasulya), her wiha dabînkirina 22500 qutuyê goşt, her wiha ji bo xweparastina wan ji sermaya zivistanê jî li gel dabînkirina kon û pêdiviyên din, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 1000 tebaxê neft li gel dabînkirina 200.000 lîtir neft digihîne wan penaberan, her wiha ji bo bi hanaveçûna zarokên penaberan jî bi heman awayî tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 4200 qutuyê şîrê zarokan û pot û ciluberg dabînkiriye. Li gel dabînkirina 2 ton ard, her wiha ji bo wan koçberên kêmendamên li ser çiya mane. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên doşek û wîlçerx ji bo wan dabînkir, li gel dabînkirina 1600 karton tayt û pêdiviyên paqijkirinê û destmala kaxiz.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da ragihand: Li ser raspardeya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya raste rasta birêz Mesrur Barzanî îro û sibê mezintirîn karwana hevkariya mirovî digihîne ser çiyayê Şengalê û li ser penaberên ser çiya da dabeş dikin. Wekî eşkereye niha rêya hişkanî ya ser çiya hatiye vekirin û bi tevahiya sînor li jêr kontrola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daye. Ji bo wê yekê vekirina rêya hişkanî wiha dike hevkarî û yarmetiya zêdetir şandina penaberên ser çiya bikin. Li dirêjahiya daxuyaniyê da Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste ser hevkarî û yarmetiyan û ragihand: Li jêr çavdêriya raste rasta cenabê Mesrur Barzanî îro û sibê 32 treyler xorek û pêdivî berev çiyayê Şengalê birêdikevin, heman demî de pêdivî jî pêkhatine ji (xwarin, şîr û pêdiviyên zarokan, kelupelên navmalê, kelupelên zarok, jin û zilaman, kon, kelupelên metbex û doşek û betanî). Her wiha balkişand li ser wê yekê ku li gel şandina hevkarî û alîkariyan da 200.000 lîtir neft û sutemenî dişînîn ser çiya.
Li dirêjahiya daxuyaniyê de Musa Ehmed ragihand: Eve ne yekemîn care wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî komek û hevkarî bigihîne penaberên ser çiyayê Şengalê, belku çendîn care li rêya asmaniyê ve komek û hevkarî me gihandiye penaberan, heman demî de li rêya hişkanî ve jî nêzîkî 13 tireyler xorek û pêdivî û betanî û doşek û kon û xwarina bi lez me şandiye, hevkarî jî heta niha bi mezintirîn komek û hevkariya ji bo penaberên ser çiyaye, ji ber ku berê jî li rêya asmaniyê ve hevkarî digihiştin. Lê belê îro xweşbextane piştî paqijkirina navçeyê û vekirina rêya hişkanî ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, dikarîn li rêya hişkanî ve jî hevkariya penaberên ser çiya bikin û li kêşeya kemî ya xorek û pêdiviyên zivistanê wan rizgar dikin.