Demirtaş wek berdevkê Malikî axivî
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş piştî azadkirina Şingalê axavtinek kir. Demirtaş di daxuyaniya xwe de yak u di malperên PKKê de hatî belav kirin dibêje: Bila Şingal nekeve ser herêma Kurdistanê bila .
Demirtaş di vê derbarê de dibêje: “Bi awayekî fermî niha Şingal beşek ji Iraqê ye, niha tirsa wê yekê heye ku ser bi Herêma Kurdistanê ve bê kirin.
Selahattin Demirtaş herveha berdevkiya desthilatdariya Bexdayê dike û bi hemû awayî madda 140 rêd dike.
Demirtaş dibêje: Xwe li ser Şingalê feriz nekin, lê ji bo avakirina rêveberiya xweser li wê de hevkar bin. pêwîste li şûna ku Şingal ser bi Herêma Kurdistanê ve bê kirin, rêveberiyeke xwecihî têde were pêkanîn, ku ji aliyê xelkê wê deverê ve were rêvebirin.”
Gelek tişt hene ku mirov di vê derbarê de bêje. Lê rastî ev gotina ku dijminiya welatê Kurdistanê û Kurdan wek naveroke, dê çewe bête nirxandin?
Demirtaş xulametiya zihniyetek xirab bi van gotinan dike.