Polîtîk

HDP û CHP dizewicin û DCP dadimezrînin

Adil Zozanî Parlementerê HDP yê Çolemergê, bang li Kemal Kiliçdaroglu Serokê Giştî yê CHP kir û pêşniyar kir ku pêkve beşdarî li hilbijartinên 2015 an bikin. Zozani dibêje: “Werin em li bin sêwana Partiya Komariya Demokratik (Demokratik Cumhuriyet Partisi) de bibin yek.

Zozanî li hevpeyvîneke taybet de vê pêşniyara xwe aniye ziman û daxwaz ji Kemal Kiliçdaroglu Serokê Giştî yê CHP dike ku ew her du partî HDP û CHP bibin yek û DCP damezrînin.

Adil Zozanî dide zanîn ku êdî CHP nikare bi navê çepîtiyê li Tirkiyê bibe partiya yekem û eger ew bixwazin lîstika AKP têk bibin bila werin yekîtiya çep pêkbînin.

Back to top button