Polîtîk

HDP Partiya Baasa Kurdan e

Davutoglu der barê bûyerên 6 û 7ê cotmehê de wiha got: “Wê cardin vandal, eşqiya û terorîst zirarê nedin bajarên Tirkiyeyê.

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê bûyerên 6 û 7ê cotmehê da wiha got: “Wê cardin vandal, eşqiya û terorîst zirarê nedin bajarên Tirkieyê, lewra ewlehiya kamuyê jî tê da wê dewlet û hikûmeta me tevdîran hilde.”

Davutoglu li Salona Sporê ya Yakup Kiliç beşdarî Kongreya Bajêr a Asayî ya 5an a AK Partiyê bû û li vir axivî. Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û HDP û CHPyê rexne kir û wiha got: “Çawa CHP Beasa tirkan e, HDP jî di bûyerên 6 û 7ê cotmehê da wek Beasa kurdan li Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê tedayî li kesên derveyî xwe kir û li ser wan tundiyê meşand.” 

Davutoglu di axaftina xwe da got ku dema em qala pêvajoya çareseriyê dikin mebesta me dîroka me ya hevbeş e û wiha dewam kir: “Dema em behsa pêvajoya çareseriyê dikin, mebesta me dinyaya biratiyê ye û atmosfera demokrasiyê ye ku 77 milyon di nav wekheviyê da dijîn. Kî çi dibêje bira bibêje, wê dîroka me ya hevbeş dewam bike û di nav wekhevî û biratiyê de çanda me ya demokrasiyê dewlemend bibe. Yên ku dibêjin tirk, kurt, elewî, sunî, zaza, ernawid û boşnak û fitneyê dikin nava welatiyan bira baş bizanibin ku ev gel ji berê de birayên hev in.” 

Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu û parlementer jî di kongreyê da hazir bûn.

Back to top button