Polîtîk

Serokê PAK a Wanê: Em dixwazin bibin dewlet

Mehmet Kasım Kahramaner Serokê Şaxa Bajarê Wanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li navçeya Edremita bajarê Wanê li gel rojnamevanên herêmê civînek li darxist û di civînê de armanca PAK ê ji bo raya giştî eşkere kir.

Di destpêka civînê de Salih Ozgokçe Endamê Lîjneya Rêvebirê PAK ê da zanîn ku Serokê Giştî yê Partiya PAK heftiyeke din serdana bajarê Wanê dike û di derbarê armanc û daxwazên PAK de wê zanyariyan pêşkêş bike. Gelê me koçber bûye û Kurdistan ji Kurdan hatiye vala kirin, ji bo wê yekê jî pêwîste em pêşî gelê xwe ji koçberkirinê biparêzin.

Her wiha Mehmet Kasım Kahramaner Serokê Şaxa Bajarê Wanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) da zanîn ku pêwîste Kurd yekîtiya xwe biparêzin û pêşbixin û her wiha xwedî li Pêşmergeyên Kurdistanê derkevin. Kahramaner got: Em hemû dizanin ku welatê me hatiye dabeşkirin û perçekirin, divê em xwedî li axa xwe derkevin û xwedî li gelê xwe derkevin. 50 milyon Kurd heye, lê heta niha dewleta wan tûne, lê êdî em jî dixwazin bibin dewlet.

Back to top button