Polîtîk

Mucizeya Kurdan piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Stephen Mansfield nivîskarê kitêba Mucizeya Kurdan (The Miracle of the Kurds) li bernameyeke televizyonî de piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê derbirî û da zanîn ku hêviya min heye wê rojek dewleteke serbixwe ya bi navê Kurdistanê çêbibe.

Stephen Mansfield ji aliyê Amerika ve piştgirîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê bi gaveke erênî da zanîn û got: Bi raya min bi serokatiya Obama de heta niha karekî baş ku hatibe kirin ewe ku Amerika piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bikaribin biçin Kobanê û alîkariya birayên xwe bikin. 

Her wiha Mansfield dibêje: Bi raya min divê Amerika li şerê dijî Daîşê de zêdetir alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê bike, ji ber ku niha kesên ku raste rast şerê Daîş dikin Pêşmerge ne. Raste Amerika bi rêya asmanî ve car caran hêzên Daîşê bombebaran dikin lê belê eve têrê nake û divê Amerika di warê çek û teqemenî û zanyariyê de zêdetir alîkariya Pêşmergeyan bike.

Back to top button