Piştî heşt mehan waliyê Silêmaniyê diyar bû
Piştî borîna heşt mehan bi ser hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemiyê 11.12.2014ê, civata wîlayeta Silêmaniyê civiya û di civînê de walî û serokê civatê hatin hilbijartin.
Li gor wê lihevhatina pêşwext di navbera Tevgera Goran û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê de hatibû kirin, kandîdê YNKê Aso Fereydon weke walî û kandîdê Goranê Heval Ebobekir weke serokê civata wîlayeta Silêmaniyê bi piraniya dengan hatin hilbijartin.
Di hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê de (30.04.2014) de Tevgera Goran li Silêmaniyê yekemîn bû û li gor encamê hilbijartina viyabû waliyê Silêmnaiyê ji Goranê be, lê YNKê nikarî vê yekê qebûl bike û piştî derbasbûna 8 heyvan, Goran û YNKê li hev kir ku, du salên yekem walî ji bo YNKê be û serokê civatê jî ji bo Goranê be, piştî du salan walî dibe ji Goranê û serokê civatê jî ji YNKê.
Lîsta Yekgirtuya Îslamî û lîsta Komela Îslamî ji civînê derketin û li dijî rêkeftina YNK û Goranê derketin. YNK û Goranê hemû postên wîlayeta Silêmaniyê 50/50 di navbera xwe de dabeş kirine. Hêşta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) helwesta xwe diyar nekiriye.