Mela Ehmedê Namî di bîranîna 39an de.

Namî dibêje: Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê, qeza Nisêbînê hitime dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadarbûne. Ango bi bîna gul û sosinan û bi dengê şalûl û bilbilan û bi dîtina tîrêjên roja jîndar û bi hingiftin û destdanaberê dayikeke kurdî û li tamkirina şîrê bustanê wê dayikê tamdar û beşdarbûme.

Paşê ez bi dergûşeke darî ji darê nçiyaê Kurdistanê, li ser erd û dibin azmanê wê de, bi destekî kurdî hatime hejandin…

Mela Ehmedê Namî, di roja 11.12.1975an de, li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg hete veşartin.

Di gel wan zor û zordestî û çavsoriya rijîma Sûriyê derheqê gelê kurd de, ko bi tundî hemû kar û çalakiyên kurdayetiyê bi hemû beşên xwe  yên siyasî, çandî ûcivakî qedexe kirîbûn, wilo jî Mela  Ehmedê Namî li bajarê Qamişlo bi du bîranînan hatbû bibîanîn. Bîranîn bi name, mesac, helbest û lêkolînên rewşenbîran û bi dilsoziya amadevanên birêz, şevên  bîranînê xweş û dewlemend bûbûn.

1-      Di 11.12. 1995an de, şeveke rewşenbîrî bi mebesta bîranîna 20 saliya waxirkirina Mela Ehmedê Namî pêk hat. Pêkhatina wê jî karûbarê rewşenbîran û kovarên: Gulîstan, Pirs, Zanîn, El-Museqef El Teqedunî, El Hîwar û Bihar, ko bi hiş û hunerên wan hatibûne qişandin.

2-      Di 11.12.2000 an de, şeva bîranîna Namî bûbû karûbarê Komîta RêvebirinaYîbîlaZîvîn (25 salî) ya Koçkirina Namî bû.

Di van her du bîranînan de hejmarek gotar, name, birûsk û lêkolînên rewşenbîrên kurd yên li welat û hem li derveyî welat hatin xwendin.

Wek nimûe ji wan nameyan re, nameya mamoste Mehmûd Lewndî bû ko ji ahengê re hatibû hinartin û ji aliyê birêvebirê şeva bîranîna 25 saliyê ve hatibû xwendin.

Samî Ehmed Namî

Stockholm.2014.12.11

 

Nameya mamoste Mehmûd Lewndî

 

Ji bo komîta bîranîna Mela Ehmedê Namî

Felek zalim dilê xemgîn nedîşadî bi carek

Heta peykê kul û derda ji bo min bûye rêber

(Namî)

Birayên hêja beşdarên delal:

Gava ko behsa Mela Ehmedê Namîdibe, sêtişt têne bîramirov:

1-      Celadet BedirXan û Hawar.

2-Helbest.

3-Sînema Amûdê.

Di tarîxa miletê kurd de gelek rûpelên xemgînî û derdan hene ko yek  ji wan jî ”Agirê Sînema Amûdê ye”. Ger seydayê mela Ehmedê Namî nenivîsanda, dibe ko ev bûyer di nav rûpelên tarîxê de winda bibûya.

Birayên hêja:

Seydayê Namî yek ji wan kesan e ko di nav zor û zehmetî û dijwarîke mezin de behsa kurdîtî û zanînê kiriye, peywendiyên xwe yên bi Hawar û bi Xoybûnê re wî kurdîtî kiriye, bi helbest û nivîsê xwe wî kurdîtî kiriye, li gor vê kurdîtiya xwe wî herweha xwestiye zanînê jî fêrî miletê xwe bike.

Çawa ko Midhet Bedir- Xan, Mela Seîdê Kurdî (Bediuzzeman) di salên 1900 de digotin ji bo kurdan ”Xwendin, xwendi, xwendin” pêwîste seydayê Namî jî dixwest ko miletê wî herfêrî xwendin û zanînê bibe ji bo wê, wî qîmetek mezin dida dibistanê û bixwendindayîna zarokên kurdan, ew û kesên wek wî yên wê demê gihiştibûn wê baweriyê ko ji kurdan re tenê xwendin giringe, bêyî xwendinê em nikarin serkevin.

Birayên hêja:

Bi amadekirina civîn û bîranînên bi vî rengî ji bo miletê  me du tiştên giring derdixe holê:

1-      Ew kesên ko ji bo Kurd û Kurdistanê xizmet kirine mirov hêjayiyekê dide wan, wan qedirbilind dike.

2-      Miletê kurd bi xwe hay û agaha wan ji kesên xwe yên hêja û navdar dide ko ev ji ruhiyeta me ya milî pêşdetir dibe û geştir dike  û bi vê re giyanê pakê seydayê Namî û kurdên din ên ko di vê riyê de xizmet kirine şadtir dibe.

Em ji bo vî karê weyê hêja we pîroz dikin, hêvîdarin karên weha herberdewam bin û hûn jî her serketî bin.

 

Bisilavên biratiyê.

 

MehmûdLewendî

Stockholm.2000.12.07 

Nerîna min :