Barzanî li gel Turkmen, Mesîhî û Ermeniyên Kurdistanê civiya
Îro pênçşem 11.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûner û Serokê Fraksiyonên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan û Ermenên li Parlemena Kurdistanê kir û li gel wan civînek li darxist.
Li vê kombûnê da di derbarê çawayiya diyarkirina Endamên Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Kurdistanê ya li Parlemena Kurdistanê kirin û Nûner û Serokê Fraksiyonên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan û Ermenên li Parlemena Kurdistanê nîgeraniya xwe di derbarê awayê diyarkirina Endamên Komîsyonê û piştguhxistina beş û daxwaziyên wan yê li Komîsyona Hilbijartinê bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha eve jî xistin rû ku hemahengî nekirina aliyên siyasiyên Kurdistanê li gel pêkhatên neteweyî û oliyan li meseleya diyarkirina Endamên Komîsyona Hilbijartinê pêşerojeke xerap dirust dike û tirsa wê yekê heye babetên bi vî awayî li paşarojê jî dûbare bibin.
Nûner û Serokê Fraksiyonên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan û Ermenên li Parlemena Kurdistanê daxwaz ji Serok Barzanî wekî parêzerê maf û daxwaziyên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistan û Iraqê kir ku rê li wê bigre mafên wan yên li komîsyonê neyê piştgûh xistin û nûnerayetiyên rasteqîneyê pêkhatan li Komîsyonê da hebê. Her wiha spasiya Serok Barzanî jî kirin ku herdem bi dengê daxwaz û mafên pêkhatên olî û neteweyiyan hatiye û girîngiyê bi wan dide.
Li beranber da Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo daxwazên şanda mîhvan ragihand û tekez li wê yekê kir ku awayê diyarkirina Endamên Komîsyonê nedirust bûye û eve jî xisterû ku ev babet ziyanê bi pêgeh û nav û dengê Herêma Kurdistanê digihîne. Komîsyona Hilbijartinê damezraweyekî nîştîmaniye û nabê bi hizreke tenga hizbî muamele li gel da bê kirin û pêwîste hemû aliyek beşdariyeke xwe ya rasteqîne têda hebê û tu aliyek jî nikare cûdahiya pêkhatan nûner diyar bike. Serok Barzanî Nûner û Serokê Fraksiyonên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan û Ermenên li Parlemena Kurdistanê ji wê yekê dilniya kir ku her wekî çawa li proseya nivîsîna destûra Iraqê da pêdagîriyê li ser çespandina mafên pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê kiriye wiha jî li palpiştîkirin û parastina mafên wan de berdewam dibê. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hemû şiyanên xwe jî ji bo gihîştina çareseriyeke guncaw rûdixe.