Komeleya Xêra Lubnanî 44.948 $ dibexşê D.X.B.
Bi mebesta alîkarîkirina penaberan û ji bo dabeşkirina pêdiviyên zivistanê, Komeleya Xêra Lubnanî li gel şandekî serdana baregeha serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Roja 10/12/2014 bi mebesta pêşxistina karê hevbeş û xêrxwaziya li Herêma Kurdistanê, bi taybetî ji bo wan malbatên penaber, şandekî Komeleya Xêra Lubnanî serdana baregeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazîkirin. Li hevdîtina di navbera her dû aliyan de tîşk xistin li ser hewlên wan ya ji bo baştirkirina rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li gel hatina demsala zivistanê û sermayê da ku penaber gelek pêwîstî bi sutemenî û ciluberg û dabînkirina pêdiviyên din heye. Li beramber da şanda mîhvan bi mebesta hevkarîkirina penaberan û kirîna pêdiviyên wan (44.948$) çil û çar hezar û neh sed û çil û heşt dolar bexşîn Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî. Li beramber da Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya Komeleya Xêra Lubnanî kir û hêvî xwest rêxistinên din jî bi heman awayî destê alîkarî û hevkariyê bigihînin penaberên li Herêma Kurdistanê. Her wiha amadehiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo encamdana karê hevbeş ya bi navê zêdetir xizmetkirina penaberên li wargehan de nîşanda.